Rejîmê car din Geşt-i Îrşad daxist qadê: Jin li ber xwe didin

  • jin
  • 09:02 20 Tebax 2023
  • |
img

WAN - Rojnamevan Pune Aştiyan diyar kir ku Geşt-i Îrşad ku piştî qetilkirina Jîna Emîniyê ji qadê vekişiyabû car din vegeriyaye û got: "Ev polîs ji berê zêdetir vegeriyan, lê jin li ber xwe didin." 

Gava çalakiyên bi dirûşmeya "jin jiyan azadî" yên piştî qetilkirina Jîna Emîniyê berbelav bûbûn, rejîma Îranê neçar mabû ku Geşt-i Îrşadê (polîsên exlaqê) ji qadê vekişîne. Lê belê hat hînkirin rejîmê car din Geşt-î Îrşadê şandiye qadê. Rojnamevan Pune Aştiyan anî ziman ku Geşt-i Îrşad bi awayekî der mirovî nêzî jinan dibe û got ku dîmenên wan ên dema tahdeyê li jinan dikirin gelek caran hatin belavkirin. 
 
GEŞT-I ÎRŞAD CAR DIN VEGERIYA
 
Aştiyan ragihand ku rejîmê meha borî car din Geşt-i Îrşadê şandiye qadê û got: "Hikûmeta Îranê tenê polîsên exlaqê danexist qadê, di heman demê de gelek polîsên nû jî gihandin. Şaredariya Tahranê ku ne saziyeke polîsan e, lê niha ji aliyê îslamparêzekî li teref hikûmetê tê birêvebirin, ragihand ku ji bo qaşo Qedexeya Hîcabê, yanî Yekeya Tesetturê 400 kes wergirtine kar. Ev kes ji bo jinan servekirî bigirin û li wan bixin, 12 milyon toman meaş digirin. 12 milyon tumen ji meaşê xebatkarên din ên şaredariyê pir zêdetir e." 
 
 
‘JINÊN ÎRANÎ NATIRSIN'
 
Aştiyan wiha axivî: "Rejîm dizane ku nikare bi darê zorê ser jinan bigire, lê bi meseleya sergirtina mecbûrî dixwaze berberîbûnê çêbike. Divê neyê jibîrkirin ku gelek jinên ku bi dilxwazî serê xwe digirin jî li dijî sergirtina mecbûrî ne. Ez gelek jinên navsere nas dikim ku piştî tahdeya polîsan serê xwe vekirin. Jinên îranî li ber xwe didin. Li gor civaknasan berxwedana di jiyana rojane de, yek ji rêbaza herî bandorker a berxwedanê ye. Jin ji bo li ber hikûmetê rabin serî li bêîtaatiya sivîl didin. Gelek jin serê xwe nagirin û tew şerpeyê bi xwe re jî nagerînin. Bi etegên kurt û şortan dadikevin kuçeyê û wêneyên xwe yên bi vî awayî belav dikin. Jinên îranî natirsin. Her roj gelek jin ji ber ku bi awayekî servekirî yan jî çîpên wan xuya dike dertên derve, tên girtin. Lê jinên din ji dêvla wan vê yekê protesto dikin." 
 
Aştiyan destnîşan kir ku jin tevî hemû zextan jî li ber xwe didin û got: "Dewlet ji bo tepisandina jinan serî li her cure rêbazê dide. Ji tahdeyê bigire heya qutkirina înternetê... Lê jin serî natewînin. Her ku dewlet malperên nûçeyan digire, ew yeke din vedikin. Jinên îranî dixwazin pêwendiyê bi cîhanê re deynin. Ji bo tahdeya rejîmê ragihînin zimanên wekî tirkî, îngilîzî û fransî hîn dibin." 
 
TÊKOŞÎN
 
Aştiyan di dawiya axaftina xwe de got: "Tim berxwedan hebû, lê piştî qetilkirina Jîna Emîniyê jin bêtir xwe birêxistin kirin. Jinên îranî niha li hemû qadên jiyanê têdikoşin û li ber xwe didin. Jin dibêjin ku dê welat careke din venegere rewşa xwe ya beriya mirina Jîna Emînayê." 
 
MA / Berîvan Kûtlû