Fatma Bûlût a di bin çavan de rakirin nexweşxaneyê

  • jin
  • 13:20 17 Tebax 2023
  • |
img
COLEMÊRG - Fatma Bûlût a tevî pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê 3 roj in di bin çavan de ye, rakirin nexweşxaneyê. 
 
Li Colemêrg û navçeyên wê di 15’ê tebaxê de Dayikên Aştiyê jî di nav de 20 jê jin 24 kes hatin binçavkirin. Duh dema binçavkirina 24 kesan 4 roj din jî hate dirêjkirin. Hate zanîn ku nexweşa tansiyonê Fatma Bûlût (50) a di nava binçavkiriyan de rakirine nexweşxaneyê. 
 
DU CARAN RAKIRIN NEXWEŞXANEYÊ 
 
Li gorî agahiyên ji parêzeran hatin bidestxistin; Bûlût a nexweşa tansiyonê ye di heman demê de serma jî girtî ye. Bûlût, a di bin çavan de di nava 3 rojan de du caran rakirin nexweşxaneyê, li Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê tê ragirtin. 
 
DAXWZA PARÊZERAN NEHATE QEBÛLKIRIN 
 
Wergirtina îfadeyan a 24 kesên li Miduriyeta Polîsan a Colemêrgê di bin çavan de tên ragirtin hêj nehatine destpêkirin. Parêzerê Bûlût xwest ku ji ber pirsgirêkên tenduristiyê wergirtina îfadeyê ya muwekîla wê zû bê kirin lê ev daxwaza bêyî hincet ji aliyê dozgeriyê ve hate redkirin. 
 
NAVÊN KESÊN DI BIN ÇAVAN DE 
 
Navên 24 kesên di bin çavan de wiha ne: “Colemêrg; Faysal Açar, Saadettîn Degîrmencî, Basrî Gur, Emîne Ozdemîr. Kesên li Geverê hatine binçavkirin; Ayhan Dayan, Dûriye Bor, Emîne Ozdel, Fatma Bûlût, Hasret Agralî, Hasret Fendîk, Hamaîl Vûral, Hunaf Safalî, Mahsuna Akin, Munîre Bayram, Sabriye Urek, Seher Karagoz, Suheyla Saygi, Zahferan Çagala, Zeynep Tokçû, Kafiye Canan.  Kesên li Çelê hatine binçavkirin; Îsmail Ertunç. Kesên li Şemzînanê hatine binçavkirin; Halîme Yilmaz û Senîa Geylan.”