Danişîna faîlê Sakîne Kultur sibê ye

  • jin
  • 09:20 31 Tîrmeh 2023
  • |
img

ŞIRNEX - Danişîna doza Serokê Ocaxên Tevgera Taybet ê Şirnexê Îbrahîm Barkin ku li Şirnexê Sakîne Kultur bi îşkenceyê qetilkiribû dê sibê bê lidarxistin. 

 
Danişîna 4’emîn a doza Serokê Ocaxên Tevgera Taybet ê Şirnexê Îbrahîm Barkin ku di 13’ê gulana 2022’yan de li bajaroka Tilqebîn a navçeya Silopiya ya Şirnexê Sakîne Kultur bi îşkenceyê qetil kir dê sibê li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Cizîrê bê lidarxistin. Di danişîna dawî ya doza Barkin bi sûcdariya “Bi awayekî biwesf amadekarî kiriye û bi îşkenceyê kuştiye” tê darizandin de biryar hatibû dayîn ku qeydên HTS’ê bên lêkolînkirin. 
 
WÊNEYÊN FAÎL ÊN BI AKP’IYAN RE 
 
Derket holê ku têkiliyên kujer Îbrahîm Barkin bi hêzên paramîlîter û rayedarên AKP’ê re hene û weke personelê qadê yê Îdareya Taybet a Şirnexê dixebite. Barkin ku li bajar weke AKP'î tê nasîn, di parvekirinên wî yên li ser medya sanal de wêneyên wî yên bi Midurê Şaxa Kirariya Cerdevanan a Fermandariya Giştî ya Cendirmeyan Albay Seydî Salman, Şaredarê Şaxê yê AKP'î Abdûrahman Şeylan, Serokê Ocaxa Osmaniyan a Şirnexê Hakan Tatar, Midûrê Têkiliyên Civaka Sivîl a Şirnexê Mûstafa Guner û gelek AKP’iyan re hene.
 
Derket holê ku piştî Barkin Kultur qetilkiribû, tacîza zayendî li jinekê kiribû û bi kuştinê gef li hevjînê jinê xwaribû. 
 
PARASTINA ‘PIRSA MIN JI ÎSTÎXBARATÊ BIKIN’ 
 
Faîl Barkin, îtiraf kir ku cenazeyê Kulturê şewitandiye û wiha got: “Ez mirovekî girêdayî dewlet û miletê xwe me, hûn dikarin vê ji Miduriyeta Polîsan a Silopiya û îstîxbaratê bipirsin. Min ji ‘rêxistina terorê re’ serî netewand û natewînim. Ji ber ku her tim gef li min tên xwarin bi xwe re kêrê digerînim.”
 
Barkin, di parastina xwe ya têkildarî pereyên di hesaba wî ya bankeyê de hatine razandin jî wiha got: “Peywîra me ew bû ku ji malbat û zarokên şehîdan re alîkariya xurek û cilan bikin. Di heman demê de piştgiriya zarokên ku ketina nava tiryakê dikin.”