Li Îranê di bin navê 'namûsê' de cinayetên jinan zêde dibin

  • jin
  • 09:10 18 Tîrmeh 2023
  • |
img
WAN - Damezrînera ICAVI'yê û Endama Kampanyaya Cinayetên Namûsê Bide Sekinandin Roûhî Shafîî diyar kir ku di salên dawî de li Îranê di bin navê "namûsê" de gelek jin hatine qetlkirin û got: "Jin, ne namûsa tu kesî ne." 
 
Li Îranê jinên ku tevî hevalên xwe yên mêr tên binçavkirin, ji ber fikara ku dê malbatên wna tahdeyê li wan bikin û wan bikujin, xwe dikujin. Ji ber vê rewşa ku li Îranê wekî "xwekuştina namûsê" tê binavkirin, di meheke dawî de 20 jin dawî li jiyana xwe anîne. Aktivîstên jin ên Îranê, destnîşan dikin ku ev yek ji ber zextên civakî çêdibe û ji bo çareserkirina pirsgirêkan îşaret bi guherandina pergala hiqûqê dikin. Damezrînera Koalîsyona Navneteweyî ya Li Dijî Şidetê ya Piştî Koçberiyê (ICAVI) û Endama Kampanyaya Cinayetên Namûsê Bide Sekinandin Roûhî Shafîî, sedemên xwekuştinê nirxandin. 
 
XWEKUŞTIN ZÊDE BÛYE
 
Shafîî bilêv kir ku di demên dawî de li Îranê "cinayetên namûsê" û xwekuştinên namûsê" zêde bûn û ji bo sedema wan wiha got: "Li gor sûcên din, di cinayetên jinan de kujer bêtir ceza dixwe. Dewleta Îslamî ya Îranê, kêmkirina tahdeya li jinê, wekheviya jinê ya di hiqûqê û sepanên din de red kir. Ge rjinek an jî keçek li ber malbata xwe rabe û têkiliyekê bi mêrekî re deyne, mêrên malbatê kuştina wê wekî peywirekê esas digirin û 'namûsa' xwe paqij dikin. Lewma jin jî ji bo ji êşê xelas bibin xwe dikujin. Carinan jin ji aliyê xizmekî xw eve tê kuştin û ev yek wekî 'xwekuştinê' tê ragihandin. Li Îranê çend roj berê cîranan ragihand polîsan ku ciwaneke 19 salî xwe kuştiye. Çendî malbat gotiye xwe kuştiye jî, lê gava cenaze hatiye lêkolînkirin ji birînên qirika wê kifş bûye ku hatiye kuştin û malbat jî li xw emikur hatiye ku wan ew kuştiye. Me heman tiştî di bûyera Rahela Rahdarê de jî dît. Der barê bûyerên bi vî rengî de agahiyên statîstîkît une ne, lê belê gava jinek an jî keçek bi awayekî guman jiyana xwe ji dest bide, ferdên malbat jî ji bo ser vê mirinê bigirin tevkariyê dikin." 
 
JINÊN KU SERÎ NATEWÎNIN TÊN QETILKIRIN
 
Shafîî diyar kir ku li Îranê jin wekî "namûsa mêran" tên pênasekirin û got: "Jinek an jî keçek, gava li ber mêrên malbatê rabe û bi mêrekî re pêwendiyê deyne û zewaca bi mêrê ku bi ilê mlbatê re ye red bike, ji bo wê peyva namûsê tê bikaranîn. Di rewşên wiha de mêrên malbatê vê yekê wekî qirêjkirina 'Namûsê' dihesibînin. Bûyerên parastina 'namûsa' malbatê, li deverên biçûk berbelavtir in. Lê li Tahran û bajarên din ên mezin jî jin û keç bi heman hincetê tên qetilkirin."
 
Shafîî anî ziman ku gava jin di warê jiyana xwe de dixwazin xwedî gotin bin, ev yek ji aliyê malbatan ve wekî "bêîtaatiyê" tê binavkirin û got ku gelek caran ji ber ku keç naxwaze bi kesê li gor dilê malbatê re bizewice tê kuştin. 
 
BERXWEDANA LI DIJÎ ZEXTÊN CIVAKÊ
 
Shafîî bilêv kir ku di kuştina jinan de polîtîkaya bêcezatiyê esas tê girtin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Li Îranê di Qanûna Ceza ya Îslamî de tenê cureyeke ceza ya 'Kutina bi qesdî' heye. Mêrên ku jinan dikujin cezayên sivik ên wekî 8-10 sal, li wan tê birîn û bêyî cezayên xwe temam bikin tên berdan. Lê li Îranê, li dijî van zextên civakî berxwedanek jî heye. Aktivîstên mafên jinan, li dijî kuştina jinan kampanyayekê bi rê ve dibin. Di kampanyayan de tê gotin ku jin ne 'namûsa tu kesî ne' û di jiyana xwe de xwedî gotinên. Dirûşmeya sereke ya Kampanyaya Cinayetên Jinan Bide Sekinandin jî ev e: Jin ne namûsatu kesî an jî rûmeta tu kesî ne." 
 
MA / Bêrîvan Kutlu