TJA Komxebata Lozanê li dar dixe: Em ê yekitiya xwe biparêzin

  • jin
  • 12:14 16 Tîrmeh 2023
  • |

AMED - TJA bi minasebeta salvegera 100’emîn a Peymana Lozanê de li hotêlek Amedê komxebatê li dar dixe. Siyasetmedar Çaglar Demîrel axaftina destpêkê kir û got: “Em ê yekitiya gelan û jinan biparêzin û bi hev re biryarê bidin."  

Tevgera Jinên Azad (TJA) derbarê salvegera 100’emîn a Peymana Lozanê de li hotêlek Amedê bi sernavê, "Jin salvegera 100’emîn a Lozanê nîqaş dikin" komxebatek li dar dixe. Hem ji bajêr û hem jî ji derveyî bajarê gelek jin tev li komxebatê bûn. Aktîvîsta TJA’yê Çaglar Demîrel axaftina destpêkê ya komxebatê kir. 
 
'EM Ê ZÎNHIYETA LOZANÊ NÎQAŞ BIKIN’ 
  
Demîr anî ziman ku ji bo nîqaşkirina sedsaliya Lozanê hatine cem hev û destnîşan kir ku li Lozanê çi biryar hatin girtin ev sed sal in tên pêkanîn. Çaglarê wiha got: “Di vê sedsalê de li Lozanê li ser kurd, elewî, asûrî, ermenî, êzidî û hemû gelan çi biryar hatin girtin, em ê biaxivin. Ev nîqaş her tim ji aliyê mêran ve dihatin kirin. Li Lozanê jin û gel bi zîhniyeta mêr çawa hatin tunekirin? Çawa hatin asîmîlekirin, em ê bi hev re nîqaş bikin. Em ê rojekê bi van niqaşan derbas bikin."  
 
‘EM Ê YEKITIYA XWE RAGIHÎNIN’ 
 
Demîrel destnîşan kir ku li Lozanê ziman û çand hatin hatin qedexekirin û wiha axivî: “Çi hat serê jinan, çand û zimanan? Em weke jinên li Mezopotamyayê li gel kedeke mezin ya hatiye dayîn, êşeke mezin dibînin. Lê divê ji îro û şûnde em ê çi bikin li ser vê nîqaş bikin. Jinan ev zilm û qetlîam qebûl nekir û wê qebûl nekin jî. Em ê yekitiya gelan û jinan biparêzin. Em ê bi hev re biryaran bidin. Weke TJA’yê em ê îro bi hev re yekitiya xwe ragihînin. Em ê têkoşîneke mezin bidin."  
 
Komxebat piştî axaftina destpêkê ji çapemeniyê re girtî berdewam kir. Tê payîn ku komxebat saet di 17.00'an bi dawî bibe.