Jinên Amedê: Divê em li dijî vê qanûnê rabin ser piyan

  • jin
  • 09:13 11 Cotmeh 2017
  • |
img

AMED - Jinên Amedê betek nîşanî qanûna "Muftîtiyê" dan û diyar kirin ku bi qanûnê re êrîşên li dijî jinan dibe qanûn, divê jin vê qanûna ku jiyana wan hedef digire qebûl nekin û rabin ser piyan.

"Pêşnûmeya Qanûnî ya di hin Qanûnan de Guhertin û Qanûna Hizmetên Nifûsî" rojên borî şandin Komîsyona Kêrên Navxweyî ya Meclisê û li ser nîqaş hatin kirin. Di qanûnê de rayeya ku muftî jî dikarin mara jin û mêran bibirin heye, lê ji ber ku nehat qebûlkirin şandin Komîsyona Binî a Meclisê. Di pêşnûmeyê de rayeya marbirînê didin muftiyan, li cihê belyeya nivîskî ya qeyda welidandinê, beyana gotinî esas tê girtin. Dîsa di temenê zarokatiyê de zewac, kesên bi êrîşa zayendî re rû bi rû mane û bi kesê tecawizkar re zewicandin, hemû êrîşên li dijî jinê di vê bi xwe re tîne. Pêşnûmeya li komîsyonê nîqaş li ser tên kirin, bi tundî hat rexnekirin, jinên Amedê jî betekên xwe dan nîşan.
 
‘HIŞMENDIYA MÊR TÊ BIHÊZKIRIN’
 
Zelal Bîlgîn da zanîn ku divê qanûnên ku tên derxistin bi giştî bigirin dest û wiha got: "Ev tenê qanûneke bi muftiyan re sînor nîne. Hemû destkefiyên jinan tune dihesibînin. Bi qanûna miftîtiyê re hişmendiya mêr bi qanûnan serdest dikin. Êrîşên li dijî jinan bi qanûnî dikin." Bîlgîn da zanîn ku ev qanûn dê bandorek xirab li ser her kesî bike û wiha axivî: "Li Tirkiyeyê namûsê li ser jinê didin diyarkirin. Dê bi vê qanûnê re malbat ji bo xwe xwe derxin paqijiyê, dê bi tecawizkaran re bidin zewicandin. Divê dengekî xurt li dijî vê qanûnê derê. Van hemû xalan di serdema OHAL'ê de derdixin. OHAL li dijî çi îlan kirin? Ji ber ku pirsgirêk careke din hat rojevê. Dê bandorê li ser her kesî biek."
 
‘KOLETIYÊ MAYÎNDE DIKIN
 
Rojîn Şeker gotina Rosa Luksemburg a "Kesên zincîrên xwe nehejîne, dê nizanibe ka çiqasî giran e" bi bîr xist û wiha pê de çû: "Hişmendiya mêr a serdest di ferqa wê de ye û ji bo di temenê piçûk de zewacê bi pêş bixe qanûna derdixe. Dixwazin di temenê piçûk de lingê jinan qeyd bikin. Dê bi vê qanûnê re zewaca di temenê piçûk de zêde bibe. Dixwazin jinê di malê de hepis bikin û pergala koletiyê li ser wan ferz bikin." Şeker diyar kir ku ew qanûnên mêran qebûl nakin û da zanîn ku divê AKP destpêkê daxwazên jinan bibersivîne, ew ê li dijî vê qanûna ku jiyana jinan hedef digire tê bikoşin.
 
'DIVÊ JIN DERKEVIN KOLANAN'
 
Rêvebera HDP'ê ya Amedê Gulseren Pervane jî aşkera kir ku AKP dixwaze vegere serdema Împaratoriya Osmanî, bi vê qanûnê dixwaze zewaca temenê piçûk, îstismara zayendî û jinan di malê de hepist bike. Pervane derbirî ku ev qanûn koletiyê li ser jinê ferz dike û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Dê êrîşên li dijî jinê hêj zêdetir bin. Divê jin li dijî vê derên û yekitiya xwe xurt bikin. Divê tu jinek vê qanûnê qebûl neke, derkeve kuçeyan."