Tora Têkoşîna bi Tundiyê re ya Amedê: Polîtîkayên dijminantiya jinan tundiyê zêde dike

  • jin
  • 15:22 14 Tîrmeh 2023
  • |
img
AMED -Tora Têkoşîna bi Tundiyê re ya Amedê ku li ser zêdebûna qetilkirina jinan û mirinên bi guman ên jinan daxuyanî da. Torê diyar kir ku hikûmet bi polîtîkayên dijminantiya jinan destkeftiyên jinan dike hedef û bi zimanê xwe yê zayendparêz tundiyê teşwîk dike û ev yek cesaretê dide kesên tundiyê dikin.
 
Tora Têkoşîna bi Tuniydê re ya Amedê li Komeleya Jinan a Rosa li dijî tundiya li jinan tê kirin, civîna çapemeniyê li dar xist. Di daxuyaniyê de pankarta “Em dest ji maf û azadiyên xwe bernadin” hat vekirin. Hevseroka Komeleya Şopandin û Lêkolîna Koçberiyê ya Mezopotamyayê (GOÇ-ÎZDER) Gulan Onkol daxuyanî xwend. Onkol bal kişand ser betalkirina Peymana Stenbolê, zêdebûna tundiya li  jinan û binpêkirinên mafan ên li dijî LGBT+yan.
 
'TÊKOŞÎNA ME YA LI DIJÎ ZÎHNIYETA MÊERAN DEWAM DIKE' 
 
Onkol bal kişand ser zêdebûna polîtîkayên rastgir û radîkal ên li Tirkiye û cîhanê û got ku ev demeke tundiya mêran a li dijî jinan û LGBTI+yan zêde bûye û êrişên li ser destkeftiyên jinan jî zêde dibin. Onkol wiha berdewam kir: “Çalakiyên me hatin krîmînalîzekirin û hewl dan ku parêzvanên  mafan bitirsînin. Heta asta ku em gihîştine destkeftiyên me yên herî bingehîn ên wekî perwerdehiya hevpar, têkoşîna li dijî tundiyê, mafê xebatê, mîsogerkirina wekheviya destûrî û têkoşîna li dijî cihêkariyê her roj ji aliyê hikûmet û saziyên dewletê ve dibin hedef.  Her roj êrişeke nû tê kirin. Em vê zîhniyeta baviksalar ya ku bi pêvajoya vekişîna ji Peymana Stenbolê hatiye destpêkirin, nas dikin. Têkoşîna me ya li dijî zîhniyeta mêran wê bidome."
 
'BI 6284'AN SOZÊN HILBIJARTINÊ HATIN DAYÎN' 
 
Onkol diyar kir ku li Amedê saziyên ku li dijî her cure tundiya li ser jin û zarokan têdikoşin hene û got: "Di vê dema ku jin û LGBTI+yên ku ji bo maf û azadiya xwe têdikoşin, hewl tê dayîn ku bên bêdengkirin, em li vir bang dikin û dibêjin ku kiryarên tundiyê nayên darizandin. Erdhejek çêbû û bandor li 10 bajaran kir, sozên di pêvajoya hilbijartinê de hatin dayîn bi cih nehatin, jin û zarok dîsa bi binpêkirina mafan re rû bi rû man. Ji aliyekî ve birînên erdhejê nehatin dermankirin, li aliyê din jî bi pêvajoya hilbijartinê re binpêkirinên mafan zêde bûn. Hat dîtin ku li gelemperiya welêt bi rojeva hilbijartinê re pirsgirêkên mexdûrên erdhejê hatin piştguhkirin. Her wiha di wê demê de ku divê herî zêde parastina jin, zarok û hemû komên kêmendaman di rojevê de ba, bi soza betalkirina qanûna 6284'an ku mîsogeriya fermana nehiştina tundiyê ye, propagandaya hilbijartinê hat kirin."
 
BERDEWAMIYA TÊKOŞÎNÊ 
 
Onkol di dawiya daxuyaniyê de wiha got: " Em wek Tora Têkoşîna bi Tundiyê re ya Amedê dibînin ku li dijî jin û zarokên me tundî tê kirin û em ji bo wan deng derdixin. Em ji bo ku kiryarên tundiyê cezayên bi bandor bigirin têkoşîna xwe didomînin û em ê her tim li ser pêya bin."