Fatma ya bi salane şivantiyê dike: Ez û xweza bûne yek

  • jin
  • 09:31 16 Nîsan 2018
  • |
img

ÊLIH - Fatma Kaya ligel temenê xwe yê mezin dest ji şivantiyê bernade. Kaya, diyar kir ku ew û xweza bûne yek. Kaya got ku rê û resma ji dayîka xwe fêr bûye, hewl dide nîşanî zarokên xwe bide. 

Bi hatina biharê re koçer û şivanên kereyên pezan dest bi rêwîtiya  zozanan dikin. Fatma Kaya ya 65 salî ku bi salane li gel malbata xwe li gundê Beda ya Êlihê şivantiyê dike, bi keriyên sewalên xwe tercîh dikin ku li çolê bimînin. Kaya, diyar kir ku ew ji Koçerên Eşîreta Soranin û wiha axivî: “Derfetên heyî ne mîna berêne. Ji ber wê em berê xwe didin zozanan. Ez şivantiya pezê gund dikim. B isalene şivantiyê dikim. Keyfa min ji şivantiyê re pir tê. Karê şivantiyê ji malbata xwe fêr bûm û hewl didim vê mîrasê ji zarokên xwe re bihêlim.”
 
XWE AÎDÊ ERDNÎGARIYÊ HÎS DIKE
 
Kaya, anî ziman ku di berbanga sibê re keriyê pez dibim çêriyê û wiha got: “Heya roja diçe ava pez diçêre. Gel caran diçim ber peravên Çemê Dîcle û gelek caran jî diçim serê giran.” Gava yek ji Kaya pirsa “Tu ji ku derêyî dike,” Kaya li gir, çiya, deşt û zozanan mêze dike û dibêje “Ez ji van derame.” 
Kaya, da zanîn ku 3 zarokên wê hene û wiha bilêv kir: “Çavên her sê zarokên min jî ji zaroktiyê nabînin. Ew jî mîna min şivantiyê dikin. Min ev mîras ji dayîka xwe girt û ezê bixim malê zarokên xwe. Êdî mîna berê ne rehete ku mirova li van çiyan bigere. Li her devera Êlihê bîrên petrolê hene. Êdî baran nabare. Em vê havînê pir zoriyan bikêşin.” 
 
'MIN KERIYÊ PEZ TIM PARAST'
 
Kaya, destnîşan kir ku bi dengên derdixe rê nîşanî keriyê pez dike û wiha bi dawî kir: “Min gelek nav li pezên xwe kirin. Bi tevgera destên xwe ez rê nîşanî pez dikim. Girêdanbûnek pir xweşik dinavbera min û pez de heye. Ez bi wan re hevaltiyê dikim. Ez bi koçikên xwe keriyê pez ji guran diparêzim. Dem bi dem birîndarî çêdibe, lê zû derbas dibe. Ez wan tim diparim." 
 
Kaya, di saetên şevê de keriyê pez dinava ahengiya dengan de tîne gund û piştî dizane hemû karikan şîrên xwe vexwarin diçe malê û neviya xwe Elîf dide mile. Kaya, di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Ên wan berx û karikên wan hene, yê min jî Elîfa min heye. Gava Elîf jî mezin bû dê vî karî bike.” 
 
MA / Metîn Yoksu