Jin di mitînga Partiya Çepên Kesk de hatin ba hev

  • jin
  • 14:09 7 Gulan 2023
  • |
img
STENBOL - Jin di mitînga Partiya Çepên Kesk a li Kadikoy a Stenbolê de hatin ba hev. 
 
Partiyên Çepên Kesk di çarçoveya xebatên hilbijartinê yên li Herêma Marmarayê de li Qadikoy a Stenbolê mitînga jinan li dar dixe. Mitîng, bi dirûşma “Em li vir in dê bi jinan re biguherînin” li parka Yogurtçuyê tê lidarxistin. Bi hezaran jin beriya mitîngê herikîn qadê. 
 
Jinan bi cil û bergên xwe yên kurdî û bi şalên mor ên avêtin stûyê xwe rê li ber dîmenên rengîn vekirin. Coş, tililî û dirûşmên jinan li tevahiya parkê belav bûye. Jinên ku park bi alayên Partiya Çepên Kesk xemilandin, li navçeya Sûltangaziyê hatin ba hev, bi wesayîtên rengê mor konvoyek çêkirin û ber bi qada mitîngê ve ketin rê. Jin, bi dirûşma “Jin jiyan, azadî” û nîşaneyên serkeftinê ketin qada mitîngê.
 
PANKARTA ‘HÛN BI XÊR HATIN’ A BI 13 ZIMANAN 
 
Li qada mitîngê pankartên “Sindoq emanetî jinan e” û “Em li vir in, di Çepên Kesk de ne” hatin vekirin û wêneyên Garîbe Gezer a li Girtîgeha Kandirayê hatiye qetilkirin û Denîz Poyraz ku di êrişa li dijî HDP’a Îzmîrê de jiyana xwe ji dest dayî hatin daliqandin. Jin, bi pankarta “Hûn bi xêr hatin” a bi 13 zimanan hatin pêşwazîkirin.
 
Jinên ku li ber stranan xelekên govendê gerandin, li Parka Yogurtçuyê reng û tercîhên xwe nîşandan. Jinên ku li hemberî polîtîkayên dijminatiya li jinan herikîn qadê, bi ken û coşa xwe nîşan dan bê ka dê encama hilbijartinan çawa be. 
 
Mitîng, bi tevlibûna Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Uçar, Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Esengul Demîr, Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Saliha Aydenîz, Hevseroka Giştî ya Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Ozlem Gumuştaş, Berdevka Partiya Azadiya Civakî (TOP) a Stenbolê û namzeta parlamenteriyê ya Partiya Çepên Kesk a Stenbolê Nîlay Kuş, Seroka Partiya Kedê (EMEP) a Stenbolê Sema Barbaros û bi hezaran jinan dest pê kir. 
 
Dê mitîng bi axaftinan bidome.