Xwendekarên zanîngehê: Ji bo jiyanek adil û azad em ê ji Çepên Kesk re bêjin ‘ERÊ’

  • jin
  • 09:56 4 Gulan 2023
  • |
img
ANTALYA - Xwendekarên jin ên zanîngeha Akdenîzê diyar kirin ku ew êli dijî zîhniyeta serdest a mêranê dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk û gotin: “Ciwan êdî guhertinê dixwazin. Em vê guhertinê jî di partiya çepên kesk de dibînin.” 
 
Ji hilbijartina Serokkomariyê û Giştî ku wê di 14’ê Gulanê de bên kirin re 10 roj man. Di vê hilbijartinê de 4 milyon û 904 ciwan dê cara yekemîn dengên xwe bikar bînin û wê ciwan qedera hilbijartinê diyar bikin. Ciwanên zanîngehan jî xwe ji bo hilbijartinê amade dikin û li benda 14’ê Gulanê ne. Xwendekarên jin ên Zanîngeha Akdenîza Antalyayê diyar dikin ku ew ê ji bo guhertinê piştgiriya Partiya Çepên Kesk bikin. 
 
CIH MAYÎNA WÊ NÎNE 
 
Ji xwendekarên Zanîngeha Akdenîzê Elîf Açik diyar dike ku ew ji navçeya Erdîşa Wanê ji bo zanîngehê hatiye Antalyayê û bi pirsgirêka hêwîrînê re rûbirû maye. Açik da zanîn ku di heyama erdhejê de ew ji wargehê hatine derxistin û wiha got: “Bi tu awayî em cihek mayînê nabînin. Mexdûrên erdhejê li wargehê bicih kirin. Malbatek li odeyek tê bicihkirin û şertê wan xerab in. Divê ku dewletê deriyê hotêl û tesîsên cemaweriyê ji bo mexdûrên erdhejê vekirina. Ez niha neçar im li cem hevalek xwe bimînim. Dewlet bi pêş ve naçe. Berovajî vê ev îktidar welat ber bi xitimandinê ve dibe. Heta ku îktidara AKP-MHP’ê hebe dê ev welat jî sererast nebe. Ev îktidar tenê alîkariyê dide alîgirên xwe. Xwendekarên ne ji wan in, mehkûmî birçîbûnê û feqîriyê tên kirin.” 
 
JI BO PARTIYA ÇEPÊN KESK DÊ BÊJE ‘ERÊ’ 
 
Açik anî ziman ku AKP’ê bi milyonan xwendekar xistiye nava hejarî û perîşaniyê û wiha axivî: “Gel, ciwean, jin êdî guhertinê dixwazin. Li derdora min bi sedan ciwan ji ber polîtîkayên AKP’ê mexdûr bûne. Ciwan li dijî kedxwariyê êdî guhertinê dixwazin. Em vê guhertinê jî di Partiya Çepên Kesk de dibînin. Em gazî hemû ciwanan dikin ku ji bo perwredehiyek demokratîk werin piştgiriya Partiya Çepên Kesk bidin. Ev partî girîngiyê dide fikrên ciwanan û cihêkariyê naxe navbera wan. Ez ê ji bo jiyanek wekhev û adilane ji Partiya Çepên Kesk re bêjim, ‘ERÊ’. Ez di serî de jinên ciwan û hemû ciwanan vedixwînim ku li dora Partiya Çepên Kesk bibin xelek.” 
 
20 SAL IN TENÊ AKP’Ê DÎTIYE 
 
Ji xwendekaran Bêrîvan Igin (20) jî destnîşan kir ku 20 sal in wê ji bilî AKP’ê tu îktidarek din nedîtiye û wiha axivî: “AKP ciwanan bêsiberoj dihêle. Di van 20 salan de siyasetek gelek hat kirin. Di heyama vê desthilatdariyê de kuştina jinan zêde bû, jin bênirx ma, ekonomî kambax bû. Xeyalên ciwanan ên zanîngehê bû çop û ma. Gelek ciwan ji ber rewşa aborî nikarin zanîngehê bixwînin û di nîvî de hiştin. Piştî vê îktidarê dê pêvajoya başbûnê gelek wext bigire. Tu armancek ji ciwanan re nehiştin. Ciwan ji bo ku jiyanek baştir bikin berê xwe didin Ewropayê. Berpirsiyarê vê yekê tenê AKP-MHP ye.” 
 
‘NIRX DIDE JINAN’ 
 
Igin ev bang li ciwanan kir: “Ez wek jinek ciwan xwe di nava Partiya Çepên Kesk de dikarim îfade bikim. Ev partî xwedî li mafên jinan, ciwanan derdikeve û li dijî her cure tundiyê têdikoşe. Ev partî nirx dide jinan û wê ji bo jinan derfetên baş çeke. Li dijî zîhniyeta serdest a mêrane, ji bo jiyanek adilane, wekhev û azad ez ê dengê xwe bidim Partiya Çepên Kesk û ez bang li hemû jinan dikim ku bên cem partiyê û em ê bi hev re bi ser bikevin.” 
 
‘CIWAN BAWERIYA XWE BI AKP’Ê NAYÎNIN’ 
 
Xwendekara beşa rojnamevaniyê Berfîn Yaman jî wiah axivî: “Kes ji vê îktidarê nem menûn e. Nexasim ciwna ji îktidarê ne memnûn in. Me di serdema vê desthilatdariyê de feqîriyek zêde dît. Kes nikare karek bibîne. Êdî ciwan bi AKP’ê bawer nakin û em ê wê di vê hilbijartinê de bişînin. Ciwan baweriya xwe bi Partiya Çepên Kesk tîne. Divê hemû ciwan jê bibawer bin. Werin em li dijî fikrên yekperest ên vê îktidarê ku li me ferz dike, ji bo em perwerdehiya bi zimanê xwe bibînin li dora Partiya Çepên Kesk bibin xelek.”