Jinên ku pêşengtiya xebatan dikin bi biryar in ku AKP’ê bişînin

  • jin
  • 09:56 3 Gulan 2023
  • |
img

BEDLÎS - Jinên ku li Bedlîsê li dora yekane namzeta jin a Partiya Çepên Keskî Semra Çaglar Gokalp bûn xelek wiha got: “Em ê bi hêza xwe di 14’ê Gulanê de AKP’ê û pergala wê biguherînin.”

 
Li Bedlisa ku desthilata AKP’ê jin mehkûmî malan kirine, yekana namzeta jin Semra Çaglar Gokalp a ji Partiya Çepên Kesk e. Jinên kul i dora namzeta Partiya Çepên Kesk bûn xelek ji xebatên hilbijartinê re pêşengtiyê dikin. Jinên bedlisî li bajêr û navçeyan mal bi mal, gund bi gund tax bi tax digerin û ji bo Partiya Çepên Kesk deng dixwazin. 
 
‘EM Ê BI JINAN RE SERBIKEVIN’  
 
Dayika Aştiyê Saadet Çaçan diyar kir ku jin di hilbijartinên li bajar de rola pêşengtiyê dilîzin û wiha got: “Serdemekê jin tenê li malan bûn, dernediketin derve. Xebat û axaftinên jin li qadan dikin gelek bi bandor in. Her cihê ku em diçinê em divê jin çima azad bibin vedibêjin. Jin wê heta kengî di bin zextan de bin. Wê heta kengî bibin koleyên zilaman. Em ji hemû jinan re dibêjin derkevin qadan. Di van hilbijartinan de xebatên jinan gelek baş dibin û niha em li her derê jinan dibînin. Em ê bi jinên kul i gundan, li bajaran, li tax û malan xebatên hilbijartinê dikin serbikevin.”
 
‘DIVÊ ERDOGAN BIÇE’ 
 
Çaçan, anî ziman ku di dema AKP’ê de êşên gelek mezin jiyan û wiha berdewam kir: “Erdogan kezeba dayikan şewitand. Ji ber wê yekê em ê ji bo hilbijartinên 14’ê Gulanê gelek bixebitin û serbikevin. Çi dibe bila bibe, divê Erdogan êdî biçe. Em ê di hilbijartinên Serokkomariyê de deng bidin Kiliçdaroglû di hilbijartinên parlamenteriyê de jî deng bidin Partiya Çepên Kesk. Li Bedlisê 3 namzetên me hene em e her sêyan jî bişînin Meclisê. Em bibin yek, bila dengê me bibe yek. Bila êdî kurd azad bin. Em ê heta kengî di bin serweriya kesên din de bijîn.”
 
‘JIN DÊ BIHÊZTIR BIN’ 
 
Sureyya Aydin a diyar kir kul i bajêr jin ji xebatên hilbijartinê re pêşengtiyê dikin û wiha got: “Lê li gelemperiya Bedlîsê avaniyeke mûxafazakar heye. Em jî ji bo ku jin tev li xebatên hilbijartinê bibin û ji malan derkevin xebatan dikin. Bi taybetî di xebatên ku em li gundan dikin de bi eleqeyeke zêde ya jinan re rûbirû dimînin. Jin li gundan bi tilîlî, îşaretên serkeftinê bi coşeke mezin me pêşwazî dikin û piştgiriyê didin me. Ev piştgiriya jinan hêz, moral û motîvasyonê dide me. Bi taybetî li hin navçeyên Bedlisê jin dixwazin derkevin derve û tiştekî bikin. Lê ew feraseta zilam a mûxafazakar destûrê nade. Jin, bi Tevgera Azadiya Kurd re ne tenê gavek çend gav avêtin.”
 
Aydin bi lêv kir ku jin bi felsefeya “Jin jiyan azadî” ku belavî cîhanê bûye têkoşîna xwe bilind dikin û wiha berdewam kir: “Bi hilbijartinan re wê jin bihêztir bibin. Dirûşmeya ‘heta ku jin azad nebe civak azad nabe’ wê bi vê hilbijartinê pêk were.”
 
‘EM Ê BI HÊZA JINÊ AKP’Ê BIGUHERÎNIN’  
 
Aydin, anî ziman ku li Bedlisê zexteke zêde ya desthilatê heye û wiha got: “Em ê zexta AKP’ê ya li ser civak, edalet û demokrasiyê bi hilbijartinên 14’ê gulanê ji holê rakin. Em jin bi dil û can dixebitin. Bi taybetî xebatên Partiya Çepên Kesk li gund û taxan weke mitîngan derbas dibe. Em e li bajarê xwe bi hêza jinan AKP’ê û pergala wê di 14’ê Gulanê de biguherînin. Ew hêz bi me jinan re heye.”
 
‘PARTIYA ÇEPÊN KESK BÛ HÊVÎ’  
 
Hevberdevka Partiya Çepên Kesk a Tetwanê Nûrdan Îlbasan jî anî ziman ku bi Partiya Çepên Kesk re hêviya jinan zêde bû û wiha got: “Em ê di van hilbijartinan de hêza xwe ya jinan nîşan bidin. Em ê piştî hilbijartinan rêyekê ji jinan re vekin, em ê hêza jinan zêde bikin. Em ê piştî hilbijartinan gelemperiyê bajaran xebatên jinan bidomînin. Jin Partiya Çepên Kesk weke ‘hêvî’ dibînin. Jin bi enerjiya ku dirûşmeya ‘jin jiyan azadî’ dide xebatan dimeşînin. Tenê Partiya Çepên Kesk pêşiyê li jinan vedike, ev rewş hêviyê dide wan. Bi rastî jî têkoşîna ku Tevgera Azadiya Kurd dide serketiye.”