Partiya Çep a Kesk hêviyê dide jinan

  • jin
  • 09:14 7 Nîsan 2023
  • |
img
STENBOL - Jinên li Stenbolê diyar kirin ku Danezana Hilbijartinê ya Jinan a Partiya Çep a Kesk soza siberojê dide jinan û gotin: “Ji bo em ji vê rêveçûna xerab re bêjin bes e, em dibêjin Partiya Çep a Kesk. Jin wê AKP’ê hilweşînin.”
 
Ji hilbijartinên 14'ê Gulanê re ku dê siberoja civaka Tirkiyeyê diyar bike, nêzî mehek û nîv maye, partiyên siyasî û tifaqan lez dan xebatên xwe. Di serî de beşên ku dê encamên hilbijartinê diyar bikin jin in ku nîvê gel pêk tînin.
 
Jinên ku beşdarî çalakiya Tevgera Jinên Azad (TJA) a li navçeya Ûmraniye ya Stenbolê bûn, têkildarî Danezana Hilbijartinê ya Jinan a Partiya Çep a Kesk axivîn.
 
XIZANIYA JINAN DI DANEZANÊ DE CIH DIGIRE 
 
Ji jinan Zekiye Ayik diyar kir ku ew deklerasyona jinan a Partiya Çep a Kesk xwend û heke ev yek pêk were dê gelek pirsgirêk çareser bibin. Ayik got: “Ji bo min pir girîng e ku Pervîn Buldan bal kişand ser Peymana Stenbolê û got, ‘Em ê hemû mafên xwe yên ku ji destê me hatine standin paşve bistînin’. Helbet di vir de hêza sereke têkoşîna jinan a ji bo mafên xwe ye. Her wiha girîng e xizaniya jinê jî di danezanê de cih bigire û behsa avakirina binesaziya aboriyê were kirin.”
 
Ayik da zanîn ku hilbijartin di atmosferek ku roj bi roj şîdeta li ser jinê zêde dibe tê kirin û got: “Dema jin bi tundiyê re rûbirû dimînin, ji ber ku cihê wan tune ye, neçar dimînin vedigerim malên xwe yên ku tundî lê hatiye kirin. Di daxuyaniya jinan de, behsa stargehên jinan dihat kirin. Ev girîng e, lê em li şûna stargehan 'malên parastinê' ji bo jinan dixwazin. Divê keda jinan li van deran bê xebitandin. Tişta ku ji aliyê desthilatdariya AKP'ê ya 21 salan ve hat dayîn, tenê zext û zordarî bû. Ji ber vê yekê em girîngiyê didin Partiya Çep a Kesk û em ê bi ser bikevin."
 
'HÊVIYA JINAN E’ 
 
Nabîle Ozgar (45) a ku bi gotina "Partiya Çep a Kesk hêviya jinan e" dest bi axaftina xwe kir, xwest jin zêdetir di siyasetê de cih bigirin. Ozgar da zanîn ku ew ê di hilbijartinan de dengê xwe bidin Partiya Çep a Kesk û wiha got: “HDP an jî Partiya Çep a Kesk li gorî partiyên din her tim li cem jinan e. Bi pêşengtiya jinê, jin di her warî de esas digire û zarokan difikire. Bi taybetî pêşî li jiyana azad a zimanê dayikê, çand û nasnameya hemû beşan digire. Em dixwazin zexta li ser zimanê dayikê bê rakirin. Ji ber ku ziman û çanda me ye ku hebûna me dike. Divê kurd êdî li aliyê wê partiyê bin ku mafê wan diparêzê. Ev partî Partiya Çep a Kesk e. Em ji wan re serkeftinê dixwazin û em piştevanê wê ne.” 
 
'WÊ JIN AKP’Ê HILWEŞÎNIN’ 
 
Leyla Ozgen jî tifaqa hilbijartinê ya ku ji aliyê hikûmeta AKP-MHP’ê ve hatiye avakirin weke “mêtîngerî” nirxand û got: “AKP bi partiyên ku jinan û mafên wan paşguh dikin re bûye yek. Heta îro heqaretek û neheqiyek nema ku AKP’ê li jinan nekiriye. Bi taybetî jî piştî erdhejê rûyê rast ê dewletê derket holê. Ji ber ku ji gelê wir re qet alîkarî nehat kirin. Gel bi derfetên xwe birînên xwe pêçandin. Min heta îro tu carî nedîtiye ku dewlet ji bo jinan tiştekî bike. Krîza aboriyê rakiriye serê xwe û her belav dibe. Berê mirov dikaribû bixebite û debara malbata xwe bike. Niha em 8 kes in û 5 kes dixebitin lê dîsa jî em nikarin debara xwe bikin. Lewma em di serdemeke wiha re derbas dibin. Mirov niha ditirsin ku bizewicin jî. Em bang li Partiya Çep a Kesk dikin ku dawî li vê rêveçûna welat a xerab bîne. Jin wê AKP’ê hilweşînin. AKP her tim diaxive û gel dixapîne, lê vê carê em ê wê hilweşînin.”
 
'JI BO SIBEROJEK AZAD’ 
 
Emîne Umek (27) jî der barê danezana jinan a Partiya Çep a Kesk de wiha axivî: “Deklerasyon ji bo me jinan weke serhildanekê bû. Jin bi hezar salan di bin desthilatdariya mêr de hatine bindestkirin. Di hemû qadên civakê de bi tunehesibandina keda xwe tê marjînalîzekirin. Bi gotineke din keda me ya li malê tê paşguhkirin. Yekane partiya ku dengê me dide bihîstin HDP û Partiya Çep a Kesk e. Dema em li tifaq û partiyên din dinêrin jin tên paşguhkirin. Her ku roj bi roj cînayetên jinan zêde dibûn, îktidara AKP'ê li şûna ku pêşî li tundiyê bigire, lê dipirse ku jin çi li xwe kirine û jiyana wan a taybet dipirse. Em ji vê mijara pirskirina cil û jiyana taybet a jinan bêzar bûne. Kî dixwaze bijî û çi bixwaze li xwe bike dikare bike. Em dixwazin azad bibin. Divê tu kes min cuda nebîne ji ber ku ez çarşef li xwe dikim, yan jî jin ji ber ku etekê ser çongê li xwe kiriye divê cuda neyê dîtin. Beriya her tiştî em jin in. Em dixwazin êdî li welatekî azad bijîn. Em polîtîkayên AKP'ê yên li dijî jinan qebûl nakin. Ji ber ku tenê tişta ku dixwazin bikin ew e ku jin di malê de heps bikin. Partiya Çep a Kesk soza siberoja azad dide me jinan. ”
 
MA / Esra Solîn Dal