'Em ê ji bo alîkarî piştevaniya jinan her li qadê bin'

  • jin
  • 09:48 2 Adar 2023
  • |
img
SEMSÛR- Endama Meclîsa Jinan a KESK'ê Zeynep Korkmaz destnîşan kir ku ew ji roja ewil ve li qada erdhejê ne û bal kişand ser pirsgirêkên ku jin ûz aroka bi wan re rû bi rû dimînin. Korkmazê got ku dê alîkarî û piştevaniya wan a ji bo mexdûrên erdhejê bidome.
 
Erdhejên ku bi pileya 7,7 û 7,6 di 6’ê sibatê de li Mereşê çêbûn bandoreke gelekî mezin li bajarên Kurdistan, Tirkiye û Suriyeyê kirin. Di van erdhejan de zêdetirî 45 hezar kesî jiyana xwe ji dest da. Piştî erdhejê partî, sazî û rêxistinên sivîl bi ruhê seferberiyê ji bo alîkariya mexdûrên erdhejê tevgeriyan û ev seferberiya wan hê jî didome. Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) û sendikayên girêdayî wê jî ji destpêka erdhejê ve li herêma erdhejê ne. 
 
Sekretera Hiqûqê ya KESK’ê Zeynep Korkmaz diyar kir ku ew Meclîsa Jinan a KESK’ê ji roja destpêkê ve ji bo piştevaniya mexdûrên erdhejê li qadan bûne û alikariyên wan ên ji bo jinan û mexdûrên erdhejê wê berdewam bikin.
 
PAŞGUHKIRIN
 
Korkmazê anî ziman ku wan bi derfetên xwe alîkariya mexdûrên erdhejê kiriye û wiha got: “Em kom bi kom ji Enqereyê derbasî cihên ku bandor ji erdhejê girtine bûn. Alikariyên ku me kom kirin, demildest me şand ji mexdûrên erdhejê re. Bandora erdhejê gelek mezin e. Me li TMMOB’ê hevkarî kir û em ketin nava hewldanan. Xemsarî û îxmalên erdhejê di roja destpêke de jî li holê bûn.”
 
‘BANDORA ERDHEJÊ LI SER JINAN WÊ BIDOME’ 
 
Korkmazê destnîşan kir ku herî zêde jin ji erdhejê bandor girtine û wiha pê dê çû: “Her wiha zarok, astengdar û penaber jî di erdhejan de herî zêde bandor dibin. Di warê dabînkirina pediviyên gel de gelek kemasî hene. Ji roja destpêke heta niha hê jî av û ceyran tune ye. Di roja destpêke de ji ber sermayê gelek kesan jiyana xwe ji dest da.  Heke av û ceyran tune be, jin û zarok nikarin pêdiviyên xwe yên paqijiyê dabîn bikin. Hê jî di warê serşok û tuwaletê de pirsgirêk nehatine çareserkirin. Dereng hatin cihên erdhejê, hemû jinan jî ji me re wisa gotin. Xizmên wan li ber çavên wan jiyana xwe ji dest dane, ew jî hê di wê derûniyê de ne. Li Semsûrê tevî vê yekê jî hewayeke qirêj heye û bandor li ser hemû bajêr dike. Heta pirsgirêka paqîjyê neyê çareserkirin jin dê ji vê yekê bandor bibin.”
 
‘EM Ê BI JINAN RE LI QADAN BIN’
 
Korkmazê da zanîn ku di navbera 2-5ê Adarê de ji bo jinan xebatên wan hene û got: “Em ê li her derê weke jinên KESK’ê û kedkarên wê bi gel re kom bibin û li cihên erdhejê alikariyên mexdûrên erdhejê belav bikin. Ji bo alîkariya mexdûrên erdhejê yên jin têkoşîna me wê berdewam bike. Li ser navê alîkariyê hin kesên ku qaşo alîkariya mexdûran dikin zarok û jinan jî îstîsmar dikin. Îstîsmar jî bi awayekî eşkeretê kirin û ew jî ji bo zarok û jinan pirsgirêkên mezin didin der. Xebatên me yên 8’ê Adarê jî dest pê kirin, alîkariyên ku me ji bo mexdûrên erdhejê çend hefte berê amade kiribûn em ê wan belav bikin.”
 
MA / Mahmût Altintaş - Zerrîn Sargût