Ayşe Gokkan û 6 girtiyên jin hatin sewqkirin

  • jin
  • 16:40 1 Adar 2023
  • |
img
AMED - Berdevka Demê ya TJA’yê Ayşe Gokkan ku li Girtîgeha Jinan a Amedê tê ragirtin û 6 jinên din hatin sewqkirin. 
 
Berdevka Demê ya Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan jî di nav de, bi giştî 7 jin di danê sibehê de ji Girtîgeha Jinan a Amedê hatin sewqkirin. Hat zanîn ku kesên hatine sewqkirin ev in: “Ayşe Gokkan, Dîlan Dag, Emîne Abîş, Emîne Erol, Berîtan Yaşar, Zerîfe Can û Rozerîn Soyler.” 
 
Parêzeran da zanîn ku derheqê miwekîlên xwe de tu agahî bi wan re nehatine parvekirin.