Aktivîstên TJA’yê: Em bi piştevaniyê birînên xwe bi hev re derman bikin

  • jin
  • 10:41 28 Sibat 2023
  • |
img
WAN - Aktivîstên TJA’yê ku ji bo jin û zarokên li Meletiyê alîkariyê kom dikin, diyar kirin ku wê piştevaniyê mezin bikin û bi hev re vê pêvajoyê derbas bikin. 
 
Tevgera Jinên Azad (TJA) di çarçoveya 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê de bi dirûşmeya “Bi jinan re piştevaniya jinê” ji bo jin û zarokên mexdûrên erdhejê xebatên xwe didomînin. 
 
Aktivîstên TJA’yê yên li Wanê ku nîşeya “Em jin wê bi piştevaniya xwe ya di her qadên jiyanê de birînên xwe bi hev re derman bikin. Em ê bi hevî, rik û têkoşînê ji nû ve geş bibin û mezin bibin” li ser koliyên alîkariyê dinivîsin, xwe amade dikin ku wan ji zarok û jinên Meletiyê re bişînin. 
 
‘TU 8’ÊN ADARÊ EVQAS BI WATE NEBÛBÛN 
 
Endama TJA’yê parêzer Ekîn Yeter anî ziman ku wê bi ruhê piştevaniya jinan a 8’ê adarê gund bi gund, navçe bi navçe koliyan belav bikin û bi lêv kir ku li herêmên erdhejê hêj gelek pêdivî nehatine bi cih anîn. Yeter, da zanîn ku di çarçoveya 8’ê adarê de weke gelek saziyên jinan kampanyaya alîkariyê kom dikin û wiha axivî: “Di çarçoveya kampanyayê de pêşengtiya me pêdiviyên jinan e. Em hewl didin ji bo her jinê cuda cuda qûtiyên jinan amade bikin. Pediviyên bingehîn elbet malzemeyên paqijiyê, pedên jinan û berhemên kesayetî yên jinan e. Hevalên me wê koliyan radestî jinan bikin. Tu 8’ên Adarê evqas bi wate nebûbû, di vê çarçoveyê de têkoşîna tê dayîn pêvajoyeke ku wê bi piştevaniyê xurttir bibe.”
 
Yeter, diyar kir ku hişmendiya serwer a zilam li herêma erdhejê jî jinan hedef digire û wiha berdewam kir: “Li herêmên erdhejê hêj pêdiviyên jinan nehatine bicihanîn. Hêj jî xwe nagirin ku wan pêdiviyan bînin ziman. Nikarin bêjin ‘pêdivî bi peda jinan heye’. Em bi armanca vê ferasetê hilweşînin jî tevdigerin. Bi taybetî em hewl didin pêdiviyên bingehîn ên hem cinsên xwe yên ji aliyê desthilatê ve tune tên hesibandin bi cih bînin. Em ê li dijî van polîtîkayan têkoşînê bi nasnameya xwe ya jinan bidomînin.”
 
‘EM Ê PIŞTEVANIYÊ BIDOMÎNIN’
 
Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Wanê Şengul Polat jî wiha got: “Me xwest ji jinên ku travmayeke giran derbas kirin re bibin alîkar. Me weke jinên TJA’yî xwest bi hemû sazî û dezgehên xwe re ewilî xwe bigihînin jinên travmayeke giran derbas kirine. Heta ku ev pêvajo derbas dibe wê toreke piştevaniyê were avakirin û ev piştevanî wê bi taybetî li ser jinan û zarokan were meşandin.”