Jinên Botanê TIR'a binevşî ber bi Dîlokê ve bi rê kir

  • jin
  • 17:08 20 Sibat 2023
  • |
ŞIRNEX - Şaredariya Silopiyayê TIR'a binevşî ya ku tenê ji pêdiviyên jin û zarokan pêk tê ber bi Dîlokê ve hate bi rê kirin. 
 
Xebatên kampanyaya alîkariyê ya ku bi pêşengiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û rêxistinên sivîl bi herêmên erdhejê re hat destpêkirin, bênavber dewam dikin. Şaredariya Silopiyayê ji bo domandina alîkariyê di 17’ê sibatê de bi pêşengtiya Miduriyeta Polîtîkayên Jinan, kampanyaya “Piştgiriya Jinan bi Jinan re” da destpêkirin. TJA, nûnerên sendîkaya Genel-Îşê, Meclîsa Jinan a HDP'ê, KESK û gelek saziyên sivîl ên li bajêr piştgirî dabûn kampanyayê. Di çarçoveya kampanyayê de pêdîviyên jinan û zarokan hatin berhevkirin. 
 
Beriya ku TIR'a binevşî ber bi herêma erdhêjê ve bişînin jinan daxuyaniyek da. Di daxuyanî de Hevşaredara Silopiyayê Adalet Fîdan axivî. Fîdan, bal kişand ser kampanyaya jinan û got: "Ji malbatên kesên ku di erdhêjê de jiyana xwe ji dest dane re sersaxî û ji kesên birîndar bûne re jî şîfayê dixwazin. Weke HDP’ê ji roja ewil ve ji bo piştevaniyê di nav xebatan de ne. Me weke jinên Botanê jî kampanyayek da destpêkirin. Em ji bo keda hevalên me yên jin ê ku ked dane spas dikin. Heta ku ji destê me tê em ê bi jinan re di nav piştevaniyê de bin. Ev kampanyaya me dê bidome. Em ê bi piştgiriyê bi hevre birînên xwe bipêçin." 
 
Piştî daxuyaniyê TIR'a binevşî ber bi navçeya Nûrdagi a Dîlokê ve hate bi rê kirin.