Ji dayikên Botanê ji bo mexdûrên erdhejê kampanyaya 'ji her malê teştek nan'

  • jin
  • 09:27 9 Sibat 2023
  • |
img
ŞIRNEX- Dayikên Botanê bi kampanyaya "Ji her malê teştek nan" piştevaniya mexdûrên erdhêj dikin. Dayikên ku di taxan de dest bi pêhtina nan kirin û gotin:" Em nanê ser sifreya xwe ji mexdûran re bişînin." 
 
Bi erdheja ku navenda wê Bazarcixa Mereşê û bi pileya 7.7 û 7.6'an çêbûn, heya niha bi hezaran kesan jiyana xwe ji dest dane û bi hezaran kes jî di bin kavilan de li benda rizgarkirinê ne. Hejmara miriyan kêlî bi kêlî zêde dibe. Li her deverên Tirkiyeyê û Kurdistanê jî ji bo alikariya depremzedeyan seferberî hatiye îlankirin. Di çarçoveya kampanyayê de alikariyê ya ji bo mexdûrên erdhêjê hatiye destpêkirin li her derî bênavber didome. Li Botanê jî ji navenda Şirnexê hetabi gundan şêniyên herêmê ji bo alikariyê seferber bûne. Dayikên Botanê ji bo depremzedeyan, "Ji her malê teştek nan" kampanya dan destpêkirin. Li taxên Barbaros, Kizir û Cudîiyê yên girêdayî navçeya Silopiyayê dayikan dest bi pêhtina nan kir.
 
Li Taxa Barbarosê ya Silopiyayê Dayika Aşitiyê Emîne Alkiş anî ziman ku dem dema piştevaniyê ye û wiha axivî: "Îro çi ji destê me bê divê em bikin. Îro em vî nanî ne tenê ji bo kurdan dipêjin. Ji bo her kesî dipêjin. Ev nan ji kurd, tirk, ereb, fars her kesî re ye. Em ferq û cudahiyê nakin. Em dayik in, dilê me dişewite. Bi şev xew nakeve çavên me. Dayikên Botanê bila bi xîret bin û rabin ser pêyan. Îro ji destê kê çi bê divê bike. Kesek bi teştek nan ne dewlemend dibe ne jî xizan dibe. Lê em nefsekî têr bikin, heçku te dinya hemû têr kiriye. Di bin berf û baranê de ne, birîndar in. Tişta ku ji me bê em ê bikin. Bila her malek teştek nan bipêje û bişîne." 
 
'DEM DEMA XWEDÎDERKETINÊ YE'
 
Ji Taxa Cûdiyê dayika Halîme Îzerê jî bang kir ku her kes li mala xwe teştek nan ji mexdûran re bişîne û got: "Li wir zarok, dayik, ciwan di bin kavilan de birçî û tî ne. Di nav berfê de neçar mane. Divê em alikariyê bidin wan. Her yek betaniyek, kincek bişîne xêr e. Ji bo me ferqa kesekî nîn e. Kurd be, tirk be û kî be îro dem dema xwedîderketinê ye. Kes bi hawara me nehat lê îro dilê me ji her kesî dişewite. Divê her kes alikariyê bide. Em ê nanê sêlê û tenûrê çê bikin û ji mexdûran re bişînin. Divê her malbateke Botanê destê xwe dane bin kevir û alikariyê bike."
 
'DILÊ ME BI WAN RE YE' 
 
Dayika Aştiyê Zeynep Begenîr a ji Taxa Kizirê jî got ku dem dema tifaqiya gelên Tirkiyeyê û ev tişt got: "Îro heger ku em destê xwe nedin gelê xwe kesek dest nade. Em hemû yek in. Ev 2-3'ê roj in ku ev erdhêj çêbûye. Heger em xwe bi xwe birînên xwe nepêçin kesek din nayê napêçe. Hê niha jî zarok, dayik di bin kavilan de ne û dewlet rizgar nake. Hêza dewletê heye ku alikariyeke mezin bide. Îro divê ku gel xwedî li xwe derkeve. Ji ber ku ji bilî me tu kesê me nîn e. Yê ku bikaribe nanekî, yê ku bikaribe şekerî kî çi bikaribe bila bişîne. Divê her kes destê xwe dane ser wijdana xwe. Divê em nebêjin ji min re, divê em bêjin ji mexdûran re. Ew hemû zarokên me ne. Em ne li wir in, lê dilê me bi wan re ye. Çi xizmet bikeve li ser milê me dayikên Botanê em amade ne ku bikin."
 
'DILÊ ME BI HEV RE DIŞEWITE'
 
Dayika Aştiyê Emîne Orûç a li Taxa Ofîsê jî bi lêv kir ku divê di alikariyê de ferq û cudahî neyê kirin û wiha axivî: "Li ser gelê me erdhejiyeke mezin çêbû. Dilê me bi vê şewitî. Xwedê alikariyê bide wan. Em ji bo wan dayikan, zarokan, ciwanan nan dipêjin. Bila îro her kes dest bide wan. Kesek bila xwe bêdeng neke. Kurd, tirk, ereb be ferq nake. Dilê me bi hev re dişewite. "
 
'DIVÊ KU EM ŞEVA XWE BIKIN ROJ'
 
Ji heman taxê Dayika Aştiyê  Besê Aslanê jî banga hestiyariyê kir û got: "Bila her kes destê xwe bide hev. Pêwîst bike divê em şeva xwe bikin roj. Îro divê em weke xwişk û birayên hev bixebitin. Çi qas ji destê me bê divê ku her kes alikariyê bide." 
 
MA / Zeynep Dûrgût