Ji jinên girtî yên Rojhilat name: Cezayên darvekirinan rawestînin

  • jin
  • 14:14 31 Çile 2023
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - 7 jinên girtiyên siyasî yên li girtîgehên Îranê tên ragirtin, dijberiya xwe ya li dijî cezayê darvekirinê anîn ziman û xwestin ku cezayê darvekirinê were rawestandin.
 
Nêrgiz Mihemedî, Spîde Qulyan, Eliye Mutelîb Zade, Hestî Emîrî, Nuşîn Cehferî, Behare Hîdayet û Reha Eskerî Zade ku li girtîgehên Îranê girtîne, bi nameyekê banga rawestandina cezayê darvekirinê yê li çalakgeran hatiye birîn kirin û diyar kirin ku dê li dijî vî cezayê bêhelwest û bêdeng nebin.
 
Di nameyekê de pêkanîna cezayê darvekirinê, weke binpêkirina mafê mirovan ên li Îranê herî dijwar tê pênasekirin û tê gotin ku beşek ji jinên girtiyên siyasî timî di bin gefa pêkanîna cezayê darvekirinê de ne.
 
Van heft jinên girtiyên siyasî, îsaret bi dosya Spîde Kaşanî û Nîlufer Biyanî kirine ku ji derveyî îşkence û xistina di hucreyên yek kesî de, gelek caran gefa darvekirinê li wan hatiye kirin.
 
Di nameyê de, tê gotin ku li hucreyên yek kesî dîmenên çawaniya darvekirinê nîşanî hinek jinên girtiyên siyasî dane.
 
Her wiha tê gotin ku Miryem Hacî Hisên, Mehweş Şehiryarî û Ferîba Kemal Abadî ku çend caran hewldane bi tawanbariya "Xeribiya li ser erdê" werin cezakirin û timî gefa darvekirinê li wan tê xwarin. 
 
Di nameyê de têkildarî girtiya siyasî ya kurd Ceyneb Celaliyan jî tê kirin û tê gotin ku tevî îşkeceya zêde ya ji ber tawanbariya “tevlîbûna çalakiyên çekdarî” jî Celaliyan li ber xwe daye û mikurhatiya neçarî nepijirandiye. 
 
Di nameyê de qala jina şoreşgera kurd Şîrîn Elemhulî ku di sala 2010’an hat darvekirin jî tê kirin.
 
Van 7 girtiyên siyasî di dawiya nameya xwe de, li gel bertek û hêrsa xwe ya li dijî pêkanîna cezayên darvekirinê û gefxwarina birîna vî cezayê anîne ziman û bang li raya giştî kirine ku li dijî birîna vî cezayî li ser xwepêşanderên hatine girtin bibin xwedî helwest û bêdeng nebin.