‘Hilberandin hesteke zaf xweşik e’

  • jin
  • 09:16 1 Nîsan 2018
  • |
img

EDENE – Reşîde Kahya ku di înternetê de hînî çêkirina pitikên honandî bû û tevî 3 hevalên xwe dest bi çêkirina wan kir got: “Dema jin tiştekî hildiberîne hesteke xweşik li mirov peyda dibe.” 

Dayika 3 zarokan Reşîde Kahya (55), li navçeya Çûkûrova ya Edeneyê her hefte li Bazara Semtê ya Jinan pitikên honandî yên bi destan çê dike difiroşe. Kahya, diyar kir ku 5 sal berê bi teşwîqkirina keça wê ew di înternetê de hînî çêkirina pitikan bûye û pitikên ku ewil çêkirine diyarî hevalên xwe kirine. 
 
Kahya diyar kir ku piştî derdora wê karê wê ecibandiye û cesaret daye, wê jî dest bi firotina wan kiriye û piştî demekê tevî 3 hevalên xwe wan karê xwe hinekî mezintir kiriye. Kahya, bi lêv kir ku ew pitikên di şiklê gelek heywanan de çêdikin û got: “Ez van pitikan bi şîşan çêdikim. Elyaf dixim nava wan. Di 5 saetan de pitikekê çêdikim. Herî zor jî dirûtina wan e. Heba wan bi 20 lîreyî difiroşim. Hûn wan bavêjin cilşoyê jî şiklê wan xirab nabe. Ji ber pitikên potikî, li gor ên din ji bo tenduristiya zarokan baş in gelek kes wan tercîh dike.” 
 
Kahya anî ziman ku berî vî karî ew kebaniya malê bû, lê belê niha ew bi tena xwe li ser piyan disekine. Kahya diyar kir ku karê ku ew dike pê aram dibe û got: “Ji roja ku min dest bi çêkirina van pitikan kir heta niha rihet beden amin rihet bû. Çimkî dema jin tiştekî hilberîne, hesteke xweşik li mirov peyda dibe.”