Parlamentera Efxanistanê ya berê Mursel Nebîzade hate qetilkirin

  • jin
  • 11:20 16 Çile 2023
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Parlamentera Efxanistanê ya berê Mursel Nebîzade li mala xwe ya li Kabulê rastî êrişeke çekdarî hat û hate qetilkirin. 
 
Parlamentera Efxanistanê Mursel Nebîzade (32) beriya ku Talîban di sala 2021’an de li welêt bibe îktîdar, xebatên xwe didomandin. Nebîzade, li mala xwe ya li Kabulê rastî êrişa çekdarî hat û hate qetilkirin. Di êrişê de li gel Nebîzade, her wiha parastvanê wê jî hate kuştin. Birayê Nebîzadeyê û parastvanê wê yê din jî birîndar bûn. 
 
TEVÎ TALÎBAN JÎ WELATÊ XWE NETERIKAND 
 
Nebîzade, tevî ku Talîban li welêt bûbû îktîdar jî terka welatê xwe nekiribû. Hêjta nayê zanîn bê ka êriş çima hatiye kirin. Berdevkê Midûriyeta Emniyetê ya Kabulê Halîd Zadran da zanîn ku derheqê bûyerê de lêkolîn hatiye destpêkirin. Nebîzade di sala 2018’an de li Kabulê weke parlamenter hatibû hilbijartin û heta îktîdara Talîban jî xebitî bû. 
 
'PÊŞENGEKE RASTEQÎN BÛ’
 
Ji parlamenterên berê Mariam Solaimankhil têkildarî Nebîzade axivî û wiha got: “Ew pêşengeka rasteqîn bû. Keseka bihêz bû ku ji bo tiştên jê bawer dengê xwe bilind dikir.” Endama Parlamentoya Ewropayê Hannah Neumann jî têkildarî mijarê wiha got: “Xemgîn im, bihêrs im û dixwazim hemû dinya bi vê bizane. Dibe ku ew di tariyê de hatibe kuştin lê Talîban pergala cihêkariya zayendî bi eşkereyî û li pêş çavan ava kir.”