Jinan komkujiya Parîsê protesto kir

  • jin
  • 20:22 9 Çile 2023
  • |
img
STENBOL - Meclîsa Jinên Ciwan a HDP'a Stenbolê û Jinên Ciwan ên Welatparêz , qetilkirina 3 jinên kurd ên di 9'ê Cotmeha 2013'an de li Parîsê hatin qetilkirin protesto kirin. 
 
Meclîsa Jinên Ciwan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Stenbolê, qetilkirina yek ji damezrînerên PKK'ê Sakîne Cansiz (Sara), Nûnera Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) a Parîsê Fîdan Dogan (Rojbîn) û Endama Tevgera Ciwanên Kurd Leyla Şaylemez (Ronahî) ku di 9'ê Çileya 2013'an de li paytexta Fransayê Parîsê hatibûn qetilkirin, protesto kirin. 
 
Jinan kazexên ku li ser "Em ê bi ruhê jinên ciwan komkujiya parîsê vala derxinîn" nivîsandî, li Umraniyeyê ji ser avahiyeke bilind hilavêtin. 
 
Jinên Ciwan ên Welatparêz jî, bi boneya 10'emîn salvegera qetilkirina her sê jinên kurd li Okmeydanî û Esenyûrtê pankart daliqanin. Jinên ku pankartên li ser wan "Sara, Rojbîn û Ronahî di têkoşîna me de dijîn" û "Ji Sarayan heya Evînan em ê hesabê hemû jinên hatine qetilkirin bipirsin" nivîsandî daliqandin, bal kişandin ser Komkujiya Parîsê ya 2'eyîm ku di 23'yê Kanûna 2022'yan de li paytexta Parîsê ya Fransayê pêk hatibû.