Derbarê dirûşma 'Jin jiyan azadî' de lêpirsin hat destpêkirin

  • jin
  • 11:35 9 Çile 2023
  • |
img
ENQERE - Derbarê dirûşma "Jin jiyan azadî" de ya ku li Girtîgeha Sîncanê ya Jinan di 25'ê Mijdarê de hatiye berzkirin de lêpirsin hat destpêkirin. 
 
Tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bandora xwe li tevahiya girtîgehan kiriye û zext û zordarî li ser girtiyan jî didome. Girtîgeha ku herî zêde bi binpêkirina mafan tê rojevê Girtîgeha Sîncanê ya Jinan e. 
 
Girtiyên jin ên siyasî di 25'ê Mijdarê de dirûşma "Jin jiyan azadî" berz kirin e. Derbarê berzkirina dirûşmê de derbarê girtiyan de lêpirsin hat destpêkirin. Dirûşma ku li tevahiya cîhanê belavbû li Tirkiyeyê bû sedema darizandinê.
 
Li gorî nûçeya JinNewsê; derbarê girtiyên bi navê Rojdan Eraz a ku her çiqas cezayê wê qediyaye jî nayê berdan, Ayşe Yagci a ku ji Doza Kobanê tê darizandin de bi hêceta ku dirûşm berz kirine, lêpirsîn hat destpêkirin. 
 
Di girtenameya lêpirsînê de hat diyarkirin ku dirûşmeya "Jin jiyan azadî" a bi kurdî ya ku wateya wê nayê zanîn hat berzkirin. Di girtenameyê de carek din derket holê ku kurdî wek "zimanê ku nayê zanîn" derbas dibe. 
 
Derbarê mijarê de siyasetmedar Ayşe Yagci, wiha parastina xwe kiriye: "Dirûşma 'Jin jiyan azadî' li tevahiya cîhanê wek dirûşma azadiyê tê berzkirin. Destpêkirina lêpirsînê bi xwe pirsgirêk e. Ne tenê jinên kurd li gelek welatan, di serî de jî li Îranê li dijî rejîmê tê berzkirin. Ji hêla hemû jinan ve dirûşm hatiye pejirandin û wek dirûşma azadiyê tê nirxandin. Li dijî şîdeta serdestiya mêr tê berzkirin. Ez wek jineke têkoşîna azadiya jinan didim vê helwestê qebûl nakim." 
 
Rojdan Erez û Ayşe Yagci, li dijî cezayê dîsiplînê ya ku ji hêla Serokatiya Desteya Dîsiplînê ya Midûriyeta Girtîgehê ve hatiye dayîn dê serî li Dadgeriya Înfazê ya Enqerê bidin.