Daxwazên Baroya Şirnexê yên ji bo tevlibûna dozên jinan tên redkirin

  • jin
  • 09:02 5 Çile 2023
  • |
img
ŞIRNEX - Ji Komîsyona Jin û Zarokan a Baroya Şirnexê Aycan Îrmez diyar kir ku serlêdanên wan ên bo tevlibûna dozên jinan her carê tên redkirin û wiha got: “Di van dozan de ji ber ku lêkolînên bibandor û lihevkirinên bibandor nayên kirin, gelek dosya tên girtin."
 
Ji ber polîtîkayên îktîdara AKP-MHP’ê, di salên dawî de tundî, destdirêjî û tacîzên li dijî jinan zêdetir dibe. Yek ji bajarên ku polîtîkayên şerê taybet li ser tên meşandin jî Şirnex e. Li Şirnexê di 2 salên dawî de herî kêm 16 jin hatin qetilkirin û gelek ji van bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest dan. Ji lêpirsînên derheqê van cînayetan de ku faîlên mêr in tu encamên baş nayên bidestxistin. Baroya Şirnexê gelek caran ji bo tev li van dozan bibin serlêdan kirin lê ev serlêdanên wan her carê ji hêla dadgehê ve tên redkirin. Ji ber vê sedemê jî di şopandina dozên navborî de zehmetiyan dikişîne. Ji Komîsyona Jin û Zarokan a Baroya Şirnexê Aycan Îrmez têkildarî polîtîkayên bêcezakirinê û redkirina serlêdanên baroya wan bi ajansa me re axivî. 
 
'BAWERIYA JINAN BI DARAZÊ NAYÊ'
 
Parêzer Aycan Îrmez anî ziman ku baweriya jinan bi meqamên edlî nemaye û anî ziman ku ji ber vê yekê jin serlêdanan nakin. Îrmez, wiha domand: “Mixabin pirsgirêka herî bingehîn polîtîkayên necezakirinê ne. Ez dixwazim polîtîkaya necezakirinê ji du aliyan ve binirxînim. Mixabin di van demên dawî de li herêma me û di welatê me de tundiya li dijî jinan û cînayetên jinan zêde dibin. Her çend ku rayedarên hikûmetê bibêjin hejmara kuştina jinan kêm bûne jî, li gorî daneyên platform û komeleyên jinan ên serbixwe di hejmarê de kêmbûnek nîne. Berevajî vê, di daneyan de xuya dibe ku tundiya li dijî jinan zêde bûye. Baweriya jinan bi darazê nayê. Ji ber ku dema serlêdanan dikin, rastî zehmetiyên burokratîk tên. Lewma serlêdanan nakin û bi vê yekê re faîl jî bêceza dimînin.” 
 
'DAXWAZÊN ME YÊN TEVLIBÛNÊ TÊN REDKIRIN'
 
Di berdewamê de Îrmez da zanîn ku weke Baroya Şirnexê her carê daxwaza wan a tevlibûna dozên jinan tên redkirin. Îrmez, bi domdarî anî ziman ku ji ber vê yekê lêpirsîn bêbandor dimînin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Daxwaza tevlibûna dozan a baroyên mîna ya me her tim tên redkirin. Weke baro em ji bo her dosyayê serlêdanê dikin lê bi hinceta ‘tu ziyan negihiştiyê’ tên redkirin. Dema em van tevan didin ber hev, ji ber kevneşopiyên civakî jî kuştina jinan tê veşartin. Di dema darizandinê de bersûc kravatê girê didin û xwe bedil dikin. Bi vê yekê dixwazin ji cezayê sivik sûd bigrin. Darizandina kujerên jinan, ne di asteke tê xwestin de ye. Di van bûyeran de ji ber ku lêpirsînên bibandor û lihevkirinên bi bandor nînin, gelek dosya tên nixumandin. Hêvîdarim ku daxwazên baroyan ên ji bo tevlibûna van dosyayan bên qebûlkirin. Ji bo lihevkirin û lêpirsîneke bibandor ev girîng e.” 
 
'QETILKIRINA JINAN NE BÛYERÊN EDLÎ NE'
 
Bi domdarî Îrmez got ku qetilkirina jinan êdî veguheriye komkujiyeke zayendî û axaftina xwe wiha qedand: “Divê sazî di vê mijarê de hevkariyê bikin. Kuştina jinan tê wateya binpêkirina mafên mirovan. Kuştina jinê tê wateya bûyereke civakî. Divê kuştina jinan weke dozeke edlî neyê dîtin. Pêwîst e lêpirsîn û dosya neyên girtin. Ji ber ku dema em li welatê xwe dinêrin, her roj bi giştî 2-3 jin tên kuştin. Ev êdî gihiştiye asta qirkirina zayendî. Ev dozên civakî ne. Ji ber vê yekê em xwe ji vê rewşê berpirsyar dibînin û dixwazin vê pirsgirêka civakî çareser bikin. Ji bo ku rê li ber bûyerên wiha yên civakî bê girtin, divê sazî bi hev re tevbigerin.”
 
MA / Zeynep Durgut