Owen a ku xwe bi wêneyên YPJ’ê re îxbar kir: Li dijî jinên kurd êrişek topyekûn heye

  • jin
  • 10:34 26 Kanûn 2022
  • |
img
ENQERE - Piştî betalkirina parlamenteriya Semra Guzel a HDP’yî, parêzera îngîlîz Margaret Owen ku wêneyê xwe bi şervanên YPJ’ê re kişandiye cara duyemîn xwe îxbar kir. Owen got li dijî jinên kurd êrişek topyekûn heye. 
 
Meclisa Tirkiyeyê parlamentera Semra Guzel a Parlamentera HDP’ê ya Amedê betal kir. Parlamenteriya Guzel bi hêceta wêneyên wê ku di dema pêvajoya çareseriyê de bi endamek HPG’ê re hatine kişandin û di vê çarçoveyê de hatibû girtin, hat betalkirin. 
 
Parêzera mafê mirovan Margaret Owen ku berê wêneyê wê bi endamên PKK’ê re hatibû kişandin û ev bû sedema darizandina wê û li welatê xwe zextên li ser kurdan protesto dike, wêneyên xwe ku bi şervanên Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) re kişandiye şandibû dozgeriyê û xwe îxbar kiribû. (http://mezopotamyaajansi35.com/search/content/view/153389)
 
Parêzera îngîlîz Margaret Owen a ku di bin banê Înîsiyatîfa Aştiya Kurdistanê û Înîsiyatîfa ji Ocalan re Azadî de di warê mafên mirovan de xebat dike diyar kir ku betalkirina parlamenteriya Semra Guzel di heman demê de bi şerê topyekûn li dijî jinan re girêdayî ye û armanca hedefgirtina jinan paqijiya etnîkî ye. 
 
Margaret Owen di heman demê de parêzvana mafên jinan e û di mijara çareseriya şer de jî pispore. Owen betalkirina parlamenteriya Guzel ku ji ber wêneyê bi endamê PKK’ê re kişandibû wek parçeyek êrişên li dijî jinên kurd nirxand û got ev yek bi hiqûqê nayê ravekirin. 
 
BI WÊNEYAN XWE ÎXBAR KIR 
 
Owen a ku bi wêneyên xwe ku bi şervanên YPG-YPJ’ê re kişandiye îxbar kir diyar kir ku ciwanên enternasyonalîst ên li rojavayê Kurdistanê li dijî DAIŞ’ê şer kirin û vegeriyan Îngîltereyê hatine darizandin. Owen anî ziman ku cih girtina PKK’ê a di lîsteya “terorê” de rê liber zextên li ser kurdan vedike û wiha got: “Ji bo ev rewşê protesto bikim, min wek parêzerek 90 salî gelek caran bi wêneyên ku bi şervanên YPG’ê û YPJ’ê yên Rojava re kişandiye şand Serdozgeriya Îngîltereyê û giliyê xwe kir. Çimkî di qanûnê de rêgeziya wekheviyê ne wisa? Lê belê yên ku ciwanên li dijî DAIŞ’ê şer kirine darizandin, yên ku kurdên DAIŞ’ê protesto kirin darizandin, lê bi ser mala min de negirtin û min nedarizandin. Min nûçeyên têkildarî Semra Guzel dema dîtin, min dîsa wêne şandin serdozgeriyê û min xwest dîsa min bigirin. Lê hê jî bersiva daxwaza min nehatiye dayîn.” 
 
‘LI DIJÎ JINÊN KURD ÊRIŞÊN TOPYEKÛN PÊK TÊN’ 
 
Owen anî ziman ku jinên kurd her tim dibin hedefa êrişan û destnîşan kir ku xwe îxbarkirin di heman demê de çalakiya hevpar e. Owen anî ziman ku destdirêjî di hawîrdora şer de weke çekekê tê bikaranîn û got: “Tirkiye di şerê xwe yê li dijî kurdan de jinan jî dike hedef û armanca vê rewşê paqijkirina etnîkî ye. 3 jinên ku ji pîrozbahiya salvegera 10’emîn a şoreşa jinan vedigeriyan bi balafirên bêmirov ên dewleta tirk hatin qetilkirin. Nagihan Akarsel li ber deriyê mala xwe bi 11 guleyan hat qetilkirin. Şebnem Korur Fîncanci ji ber ku xwest derbarê bikaranîna çekên kîmyewî yên Tirkiyeyê de lêkolîn bê destpêkirin, hat girtin. Leyla Guven û gelek siyasetmedarên jin ên kurd hatine girtin. Hikûmeteke me jî wek hikûmeta Tirkiyeyê zayendperest heye. Hikûmeta me jî bi qasî hikûmeta Tirkiyeyê karên qirêj dike. Em dizanin li girtîgehên Tirkiyeyê çi li jinan tê kirin. Çi anîn serê Aysel Tûglûk. Çi anîn serê Garîbe Gezer. Heke bixwazin zirarê bidin jinekê dikarin bi êrişî ser rûmeta wê jinê bikin. Êrişek topyekûn li ser jinan, bi taybetî jî li ser jinên kurd heye. Em vê yekê dizanin û hewl didin tiştekî bikin. Mînaka vê ya dawî mixabin Semra Guzel bû.” 
 
‘EZ Ê BI ALA KURDISTANÊ Û POSTERÊ OCALAN DERKEVIM KOLANAN’ 
 
Owen destnîşan kir ku divê li dijî zextan tu tawîz neyê dayîn û got: “Her ku tawîz bê dayîn, wê hin bêtir zextan bikin. Tu serê xwe bitewînî wê tiştên mîna Semra Guzel bînin serê te.Wê mîna Mark Cambell ê li vir ku ala kurdan hilda bû bînin serê te. Îngîltere jî şirîkê van sûcan e. Niha ji ber qezaya ku min derbas kiriye nikarim rabim ser pêya, lê hema ez çawa rabin ser pêya ez soz dikim ku ez ê ala Kurdistanê bixim destekî û posterê Ocalan bixim destê din û ez ê derkevim kolanên Londrayê.” 
 
MA / Gozde Çagri Ozkose