Kujerê Sîbel Çelîk 15 mehin hêj nehatiye girtin

  • jin
  • 09:28 9 Cotmeh 2017
  • |
img

ÎZMÎR - Kujerê Sîbel Çelîk Halîl Yilmaz, 15 mehin hêj nehatiye girtin û li holê nexuyê. Dayika Sîbelê Cemîle Çelîk, xwest dadgeh bêyî ku cezayê wan kêm bike cezayê herî giran bide wan. 

Jina bi navê Sîbel Çelîk di 12'ê Tîrmeha 2016'an de li Navçeya Bucayê ya Îzmirê bi êrîşa zayendî re rû bi rû mabû û hatibû kuştin. Piştî lêpirsînê derketibû holê ku Sîbel Çelîk ji aliyê Halîl Yilmaz û birayê wî Selman Yilmaz ve hatiye kuştin. Di lêpirsînê de Selman Yilmaz hat girtin, lê 15 meh derbas bû hêj Halîl Yilmaz nehatiye girtin. Piştî bûyerê li 57'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Îzmirê doz hat vekirin. Dozger bi îdiaya “Bi zanebûn û plan kuştiye" xwestin kujer bi cezayê muebetê bên cezakirin. Rûniştina dozê dê di 11'ê Cotmehê de bê dîtin. 
 
Beriya runiştina dozê dayika Sîbel Çelîk Cemile Çelîk, xwest kujer bi cezayên giran bên cezakirin. Çelik, anî ziman ku medyaya hawizê wekî ku keça wê bi Halîl Yilmaz re nîşanî be daye nîşan û wiha got: "Keça min Sîbel gustîla birayê xwe yê jiyana xwe ji dest da qet ji tiliya xwe dernexist. Dema hat kuştin jî min cenaze ji gustîla di destê wê de nas kir. Keça min ji ber nexweşiya xwe 6 caran emeliyat bû. Bijîşkan digot bi vî rengî najî. Lê wê pir dixwest bijî. Her dem bi eşqek mezin xwe bi jiyanê ve girêdida.  Nexweşiyê keça min nekuşt, lê mirovan ew kuşt. Bi xwe debara xwe dikir. Ewil kêr kirin û piştre bedena wê şewitandin." 
 
HÊJ EZ BAWER NAKIM HATIBE KUŞTIN
 
Çelîk, anî ziman ku wê 3 caran li bedena keça xwe ya şewitî nerî û ji çavê xwe bawer nekir û wiha got: "Ez hêj bawer nakim. Ez hêj hîs dikim ku rojekê ji cihekî were. Ger ku bi ecela xwe bimira bi zora min nediçû. Lê bi awayekî hovane hat kuştin. Ez dixwazim kujerê Sîbel Halil Yilmaz demek berî demekê bê girtin û cezayê herî giran bidin wî. Ez dixwazim hesab jê bipirsim. Sîbel çû. Lê niha ne qatil heye û ne jî dadgeh heye. Ez bawer dikim ku rastî tê veşartin. Em muxataban nabînin. Ger ku li welatekî din bûya dê di 24 saetan de bihatina girtin û darizandin."
 
PIŞTÎ KEÇA MIN HAT KUŞTIN BI SEDAN JINÊN DIN HATIN KUŞTIN
 
Çelîk, destnîşan kir ku ji ber kujer nayên darizandin piştî keça wê hat kuştin bi sedan jinên din jî hatin kuştin û wiha pê de çû: "Divê êdî dadgeh ji halê baş wan ceza neke. Divê cezayê wan kêm neke. Divê rastî cezayê herî giran bên. Ger ku rastî cezayê herî mezin bihatana, dê Sîbel bibûya ya dawî. Ez êdî bawer dikim ku li Tirkiyeyê bêedaletiyek pir mezin heye. Ez dest ji doza keça xwe bernadim. Ez dê heta dawiyê li pey şopa doza keça xwe bim. "