Jinan li dijî tundiyê broşur belav kirin

  • jin
  • 14:49 14 Kanûn 2022
  • |
img

AMED - Jinên Amedî ji bo balê bikişînin tundiya li ser jinê di çarçoveya Hefteya Mafên Mirovan de, li navçeya Sûrê broşur belavkirin. 

Gelek jinên ji Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Komeleya Jinan a Rosayê, Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV), Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê û gelek saziyên sivîl di çarçoveya 10-17’ê Kanûnê Hefteya Mafên Mirovan de li navçeya Sûra Amedê broşur belav kirin. Jinan li kolanan û dikandaran broşurên ku li ser “Mafên jinan mafên mirovan e” , “Em mafên xwe dizanin û diparêzin” û “Dema tundî li we hate kirin hûn dikarin çi bikin?” dinivîsî belav kirin. 
 
Jinên ku broşurên agahiyên têkildarî jinên tundî lê tê kirin divê çi bikin tê de cih digirtin, diyar kir ku dema tundî li jinan hate kirin dikarin li Komeleya Jinan a Rosayê, ÎHD’ê, Xeta Piştevaniya Civakî, Xeta Alikariya Bilez a Tundiya di nava malê de, polîs û cendermeyan bigerin. Jinan derbarê tedbîrên dikarin li gorî qanûna bi hejmara 6284'an bigirin de jî agahî dan û destnîşan kirin ku alîkariya hiqûqî dikare ji Navenda Mafên Jinan û Navenda Alîkariya Edlî ya ya Baroya Amedê bê wergirtin.
 
Jinan di dema belavokan de bi gel û dikandaran re li ser agahdarkirinê axivîn.