Jinan di bîranîna Garîbe Gezer de soza têkoşînê dan

  • jin
  • 15:09 9 Kanûn 2022
  • |
img
MÊRDÎN - Jinên TJA’yî di salvegera qetilkirina Garîbe Gezer de ev peyam dan: “Em ê bi zindîhiştina bîranînên kesên ku têkoşîna azadiyê dane têbikoşin.”
 
Tevgera Jinên Azad (TJA) Garîbe Gezer a di 9’ê kanûna 2021’an de piştî tundiya zayendî û fîzîkî ya li Girtîgeha Tîpa F a Kandirayê hat qetilkirin li avahiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) bi bîr anî. Gelek jin tev li bîranînê bûn. Bîranîn bi rêzgirtina ji bo kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane dest pê kir. Hevseroka HDP’a Mêrdînê Berîvan Bahçecî ya ewilî axivî, bi lêv kir ku wê bîranîna Gezer bidin jiyîn. 
 
Dû re aktîvîsta TJA’yê Ayşe Bozan a mafê axaftinê wergirtibû, diyar kir ku piştî qetilkirina Gezer binpêkirinên mafan ên li girtîgehê bi dawî nebûn û anî ziman ku li dijî kesên têkoşîna azadiyê didin tecrîd tê sepandin. Bozan, diyar kir ku weke girtiyên bi tecrîd û îşkenceyê re rûbirû dimînin Gezer jî li dijî van pêkanînan bêdeng nema û hate qetilkirin û wiha got: “Em vê hişmendiyê û nêzîkatiyê şermezar dikin. Em ê bi zindîhiştina bîranînên kesên ku têkoşîna azadiyê dane têbikoşin.”
 
Piştî axaftinan, sînevîzyona têkildarî Garîbe Gezer de hatiye amadekirin hate pêşkeşkirin û bîranîn bi dawî bû.