Ektî ya li Edliyeya Enqereyê rewşa wê nebaş bû rakirin nexweşxaneyê

  • jin
  • 08:22 3 Kanûn 2022
  • |
img
ENQERE - Aktîvîsta TJA’yê Fîgen Ektî ku li Miduriyeta Polîsan a Enqereyê îşkence lê hate kirin, piştî ku li Edliyeya Enqereyê ya piştî 4 rojan anînê, rewşa wê nebaş bû rakirin nexweşxaneyê. 
 
Fîgen Ektî ya di çarçoveya lêpirsîna navenda wê Enqere ya li dijî endamên Tevgera Jinên Azad (TJA) tê birêvebirin de li Amedê hate binçavkirin û anîn Enqereyê, li Miduriyeta Enqereyê îşkence lê kirin. Ektî ya li Amedê hate binçavkirin piştî rêwitiyeke 36 saetan anîn Enqereyê, li miduriyeta polîsan rastî îşkenceya polîsan hat. 
 
Ektî, ya dema di bin çavan de birin nexweşxaneyê, li vir têkildarî derbkirinê rapora derbê girt. Rapora ku Ektî girt, li Miduriyeta Polîsan a Enqereyê ku birinê ji aliyê polîsan ve hate dizîn. Ektî ya di dema wergirtina îfadeyan de ev yek anî ziman û xwest di girteka îfadeyê de cih bigire, ji aliyê amirê polîsan ve gef lê hatin xwarin. 
 
Ektî ya li dijî îşkenceya hate kirin li miduriyeta polîsan îfade neda, li Edliyeya Enqereyê ku ji ber îfade wergirtina dozgeriyê anînê ji ber nexweşiya vertîgo rewşa wê nebaş bû. Hate hînbûn ku Ektî rakirine nexweşxaneyê.