Jinan giliyê polîsên ku tundî li jinan kiribûn kirin

  • jin
  • 16:28 30 Mijdar 2022
  • |
img
STENBOL - Platforma Jinan a 25’ê Mijdarê giliyê polîsên ku di meşa 25’ê Mijdarê de tundî li jinan kiribûn kirin û wiha gotin: “Heta ku temamiya polîsên îşkencekar tên darizandin dê têkoşîna me bidome.” 
 
Platforma Jinan a 25’ê Mijdarê têkildarî tundiya ku di meşa 25’ê Mijdarê ya Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Ser Jinan a Navneteweyî ya li Taksîmê de polîsan li jinan kiribû, li pêşiya Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê daxuyanî da. Gelek jin û hiqûqnas beşdarî daxuyaniyê bûn û jinan pankarta “Ne jinan lê tundiya zilaman asteng bikin” vekirin û dirûşmên “Bijî piştevaniya jinan”, “Ne jinan lê kujeran astenb bikin” û “Em bêden namînin, natirsin û serî natewînin” berz kirin. 
 
Ji endamên platformê Ferîde Eralp da zanîn ku di şeva 25’ê Mijdarê de zêdetirî 200 jin hatin bin çavkirin û tundiyeke zor lê hate kirin. Eralp, bang li hemû jinên rastî tundiyê hatin kir ku ew jî tevî wan giliyê polîsan bikin. 
 
Piştre jî Meltem Yalçin daxuyaniya têkildarî giliyê jinan de xwend. Di daxuyaniyê de êriş, îşkence, binçavkirin, tundî, heqaret, tacîz, lêgerîna tazî û hwd. a polîsan yek bi yek vegot. Yalçin, diyar kir ku dê giliyên wan û lêpirsînên disiplînê bidomin. 
 
Ji parêzerên platformê Dîren Gokmen jî diyar kir ku parêzerên ku hewl didan tundiya li jinan hatiye kirin belge bikin, rastî tundiyê hatine. Gokmen, destnîşan kir ku heta kesên îşkencekar tên cezakirin jî dê têkoşîna xwe bidomînin. Parêzer Fulya Dagli jî peyama domandina têkoşînê da. 
 
Daxuyanî bi dirûşma “Jin, jiyan, azadî” bi dawî bû. 
 
Piştre jî jin tevî parêzerên xwe ketin Edliyeya Stenbolê û ji bo Dîlbent Turker ku di encama êrişa polîsan de lingê wê şikestibû û jinên din ên rastî tundiyê hatin giliyê polîsan kirin.