Kongra Star bang li CPT’yê kir: Berpirsyariyên xwe pêk bîne

  • jin
  • 14:21 30 Mijdar 2022
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Meclisa Kongra Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bang li CPT’yê kir ku ji bo ku bi berpirsyartiya xwe ya têkildarî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi cih bîne. 
 
Li gelek deverên cîhanê gelê kurd û dostên wan ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê tê ragirtin, çalakiyan li dar dixin. Her wiha Meclisa Kongra Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî ji bo rewşa li Îmraliyê û tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan daxuyaniyek da ji Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê û Miameleya Xerab a Ewropayê (CPT) xwest ku berpirsyartiyên xwe bi cih bîne. 
 
Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku tecrîdeke girankirî li ser Abdullah Ocalan heye û hemû mafên mirovî, qanûnî, siyasî yên navneteweyî hatine binpêkirin. Her wiha Meclisê destnîşan kir ku ev demekî dirêj e agahî ji Ocalan nayên girtin, destûra hevdîtina bi parêzer û malbatan re nayê dayîn û saziyên navneteweyî yên eleqedar jî li hemberî vê rewşê bêdeng in.
 
Di berdewama daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku CPT yek ji wan saziyan e ku rewşa Îmraliyê bişopîne lê heta niha bêdeng e û diyar e ku ketiye bin bandora hêzên serwer. Di dawiya daxuyaniyê de bang li CPT’yê hat kirin ku li gorî erk û berpirsiyariyên xwe tevbigere, rewşa Ocalan zelal bike û ji bo bidawîkirina tecrîdê û hesabpirsîna bikeve nava liv û tevgerê.