Keda jinê, bi firotina berhemên xwezayî dîtbar dikin

  • jin
  • 09:11 26 Adar 2018
  • |
img

MÊRSÎN - Canan Yuce, bi firotina berhemên xwezayî dikana ku xeyal dikir vekir. Yuce, diyar kir ku armanca wê ewe ku keda jinê dîtbar bike. 

Canan Yuce ya li Mêrsînê dijî, berhemên xwezayî yên jin li gundê Kulturfana Antakyayê çê dikin, bi awayekê kolektîk li taxa Guvenevler a navçeya Yenîşehîrê di dikana vekirî den difiroşin. Yuce armanc dike ku bi rêya dikandariyê hem xwe bigihîne mirovan û hem jî keda jinê dîtbar bike. 
 
DIKANA KU HÊVÎ DIKIR VEKIR
 
Yuce ya mezûna Fakulteya Turîzmê, berî tayîn kirina qeyûm  li Şaredariya Akdenîşê di kooperatîfa jinan de dixebitî. Yuce, diyar kir ku piştî tayînkirina qeyûm xebata jinê hat rawestandin û wiha axivî: “Wê demê valetiyek çêbû. Min jî ew valetî nirxandin û ev dikan vekirin. Berî 15 salan min dixwest dikanek wiha vekim. Lê ji ber bêderfetiyê min nekarî vekim. Niha ev yek min keyfxweş dike.”
 
‘KEDA JINÊ DI AMADEKARIYÊN VEKIRINA DIKANÊ DE HEBÛN’
 
Yuce, anî ziman ku berhemên zeytê, ava hinaran difiroşin cihên cûda û wiha got: “Jinên van berheman difiroşin li beramberî keda destên xwe nagirin. Ji bo em pêşiya kedxariya jinê bigirin, em berhem anîn Mêrsînê. Em li vir  difiroşin. Em armanc dikin ku berhemên xwezayî yên jin li malên xwe çêdikin bifiroşin. Em berhemên jinan ên gundê Kulturfana tînin vê derê difiroşin.  Em bi awayekê jin ku keda destên xwe bigirin, berheman difiroşin.”
 
‘HEMÛ BERHEMÊN ME SAFIN’
 
Yuce, da zanîn ku di dikana wê de hemû berhemên destên jinan e û wiha bilêv kir: “Di dikana me de ava hinaran, zeyt, reçel, penîr  û tirşû hene. Hemû berhemên me safin û xwezayîne.  Em armanc dikin ku di dikanê de jin heq destên xwe bigirin. Di demên dawî de, dibin navê ‘berhemên ekolojîk” de bihûya berheman hatiye zêdekirin. Berhemên di marketan de yek ji van mînakane.”