Pervîn Buldan tev li kongreya SKM'ê bû: Pêdivî bi têkoşîna hevpar heye

  • jin
  • 14:35 25 Adar 2018
  • |
img

STENBOL - Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan, beşdarî 4'emîn Kongreya SKM'ê bû û wiha got: “Divê di her şert û mercan de em yekîtiya tekoşina hevpar ava bikin." Di kongreyê de peyamên Berdevka SKM'ê Fadime Çelebî, Parlamentera HDP'ê Figen Yuksekdag û Seroka Giştî ya ESP'ê Çiçek Otlu yên ji girtîgehê şandibûn hatin xwendin.  

Meclîsa Jinan a Sosyalist (SKM), bi şîara “Ji bo aştî, jiyan û azadiyê em xwe bi rêxistin dikin" li Navenda Pêşandana Avê ya Aksarayê 4'emîn Kongreya Giştî pêk anîn. Di ketina salone de weneyên ciwanên li navçeya Pirsûsê di sala 2015’an de di êrişa DAIŞ'ê de hatin kuştin hatin daliqandin. Li salona Kongreyê jî pankartên “Em bi zanebûna zayendî xwe bi rêxistin dikin, bi roşera jinê em azad dibin", “Bijî Şoreşa Jinan a Rojava", “Di her halî de em li dijî tundiya mêr-dewletê têdikoşin" “Ji KHK’yan, kedxwarî, xebata bê ewle li ber xwe didin" û “Jin jiyan azadi” rakirin û wêneyên jinên girtî vekirin. Dîsa pankarta “Jin siyaset û azadî" vekirin. Di kongreyê de Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervin Buldan, Parlamentera HDP'ê Ayşe Acar Başaran,  malbatên Zarokên ku li Pirsûsê hatin kuştin, Seroka Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê Prz. Gulseren Yolerî, Hevseroka HDP'ê ya Stenbolê Esengul Demir û gelek jinên din amade bûn. 
 
‘EM HEBÛN EM HENE EM DÊ HEBIN'
 
Di destpêka kongreyê de Endama MYK'ê ya SKM'ê Zuleyha Mangan, diyar kir ku di serdema  OHAL'ê de zext gelek zêde bûn û wiha got: "Em nebûn jinên bêdeng û em nabin jinên bedeng û kole. Em tu carî dest ji reng û nasnameya xwe bernadin. Em dê tu carî serî li ber kapîtalîzmê netewînin. Em dê li dijî tacîz û tecawizê parastinê çawa pêş bixin. Em dê îro vê yekê niqaş bikin. Em bi baweriya yekîtî û tevkariya xwe hebûn, hene û em dê hebin." 
 
Piştî dîwan hat hilbijartin rêz hat girtin û bi tîlîliyan dest bi civînê kirin. 
 
‘PÊDIVÎ BI TÊKOŞÎNA HEVPAR HEYE' 
 
Endama Lijneya Rêveber a Navendî ya SKM'ê BeycanTaşkiri,  diyar kir ku ew di serdemek ku êşên wan zêde de dijîn û wiha got: "Gelek rêhevalên me girtî ne. Bi qasî êşên me zêde ne, em ew qas jî di serdema têkoşînek mezin de ne. Li pişt me hêza tekoşîna jina kurd heye. Cerebeyên jinên komînîst ên 15 salan heye. Jin nêviyê siyasetê û jiyanê ne. Em li dijî pergala kapitalist ketin rê. Bi taybetî jin rastî komkujiyek mezin tên. Zarok rastî îstîsmarê tên. Têkoşîna jinên kurd bi şer tê rawestandin. Keda karkeran tê xwarin. Em di bin şertên OHAL'ê de dijîn. divê em li dijî vê yekê têkoşîna xwe ya hevpar xurt bikin. Di Newroz û 8'ê Adarê de Têkoşîna hevpar derket holê û divê em vê yekê xurt bikin. Li Rojava şoreşa jinê pêş ket. Şoreşa Jinê ya Rojava ji bo me hêz û destpêka têkoşînek nû ye. Mînaka têkoşînê ye. Jinan li Efrînê têkoşînek awarte nîşan da."
 
Piştre sînevîzyona ku ji têkoşîna jinan pêk dihat hat pêşandan. Wêneyê Sakine Cansiz û hemû jinên di şoreşê de jiyana xwe ji dest dabûn hatin nîşandan. 
 
JI TÊKOŞÎNA AŞTÎ Û AZADIYA JINÊ TIDIRSIN
 
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervin Buldan jî axaftinek kir û wiha got: “Em hevî dikin ku kongreya têkoşîna azadiya jinê bibe wesîleya aştî û azadiyê. Di tekoşîna aştî û azadiyê ya Tirkiye de jinan kedek mezin da. Partiya me di têkoşina azadiya jinan de kedek mezin daye û rêyek daye pêş xwe. Partiya me di her qadê de wekhevî û azadiya jinê esas digire. Gelek saziyên jinan ên me girtin ji aliyê qeyûmê ve hatin girtin. Em dizanin ji ber şer herî zêde jin mexdûr dibe. Dema jin ji bo wekhevî û aştiyê tên cem hev vê yekê tehamul nakin. Ji têkoşîna azadî û aştiyê ya jinê ditirsin. Hevalên me yên jin ku li  Meclîsê têkoşîna azadiya jinê didin girtin û xwestin têkoşîna me bişkînin. Herî zêde wekîltiya jinan xistin. Figen Yuksekdag hem parlamenteriya wê betal kirin û hem jî endamtiya wê xistin. Ev cezayekê herî giran e. Yuksekdag dîl hatiye girtin. Lê dîsa bi her awayî li gel me ye. Dîsa Sabahat Tuncel, Gultan Kişanak û hemû hevalên me yên girtî li gel me ne." 
 
'DIVÊ EM RÊYA TÊKOŞÎNA HEVPAR AVA BIKIN'
 
Buldan, destnişan kir ku bi OHAL û KHK'an herî zêde jin mexdûr bûye û mafê wê hatiye binpêkirin û wiha lê zêde kir: "Divê jin di her qadê jiyanê de bibin yek. Divê li dijî hemû tundiyan u zextan jin bibin yek. Divê teqez rêya têkoşîna yekîtiyê bibinîn. Di êrîşa li ser Erînê de yê dîsa rastî kuştinê û tundiye hatin em in. Mêr biryara şer dide û jin mexdûr dibin. Yên tên kuştin zarokênk me ne. Yê mexdûd dibe dîsa jin e. Yên hêsiran dibarîne dîsa dayik e. Ji ber vê yekê eniya me û zimanê me yê şer e. em ji niha û şûnde jî eniya aştiyê terk nakin. Em dê israr bikin."  
 
FADÎME ÇELEBÎ: DIXWAZIN CIVAKÊ PERÇE BIKIN
 
Di kongreyê de peyamên Berdevka SKM'ê Fadime Çelebî, Parlamentera HDP'ê Figen Yuksekdag û Seroka Giştî ya ESP'ê Çiçek Otlu yên ji girtîgehê şandibûn hatin xwendin.  
Fatma Çelebî ji Girtîgeha Sîncanê name şand û wiha got: "Bi milyonan kesên aştî, wekhevî û biratî xwestin hatin girtin. Divê girtina me bi vî rengî bê zanîn. Dixwazin jinê teslîm bigirin. Bi hezaran rastî tundî û zextên mêr tên. Bi awayeki hovane tên qetilkirin. Bi milyonan jin rastî xizanî, birçîbûn û tunebûnê tên. Jin wekî keda erzan tên dîtin. Siyasetmedarên jin li dijî hiquqê tên girtin. Bi OHAL û KHK yan re bi hezaran jin hatin dûrxistin û keda wan hatin xwarin. Lê dîsa tu hêz nikare têkoşîna jinê rawestîne û dê nikaribe rawestine. Ji ber ku em hêza xwe ji piştevaniya jinê digirin. 
 
YUKSEKDAG: 
 
Parlamentera HDP'ê Fîgen Yuksekdag jî ji Girtîgeha Tîpa F a Kandira name şand û wiha got: "Ez hem bi ruhê xwe û hem bi fikra xwe li wir im. Her çend ez bi fîzîkî û mekan ne li wir bim jî ruh û hişê min li wir e. Yên ku me dike em hêz û berxwedana me ye. Îro şoreşa jinê li her derê ye. Li Rojava û Mezopotamya li ser axa şoreşê jin tekşîna raperîn û hebûnê didin. Şoreşa Jinê ya Jinên dimeşin rizgarî û azadiyê dê bibe motor û hêza têkşîna jinên bindest en li dijî dagirkerî û faşîzmê têdikoşin. 
 
ÇîÇEK OTLU: ÎSYANA ME HEYE
 
Seroka Giştî ya ESP'ê Çîçek Otlu jî ji Girtîgeha Jinan a Sincanê peyam şand û wiha got: Îsyana me heye. Li dijî pergala faşîst a AKP / MHP'ê, li dijî OHAL, zilm û şer, li dijî înkar û îmhaya jinê, li dijî tundî, tacîz û tecawizê, li dijî kuştinê, li dijî wêdekirin û dîtina çîna duyemîn. li dijî jina mîllî û dayika mîlî, li dijî kedxwarî û li dijî dîlgirtinê îsyana me heye. Divê em ji bo xeyalên xwe pêk bînin em hemû hêza xwe ya jinan bikin yek. Em li dijî mirinê jiyanê û li dijî koletiyê azadiyê pêş bixin."