TJA li Botanê gund bi gund bi jinan re dicive

  • jin
  • 16:20 22 Mijdar 2022
  • |
img
ŞIRNEX - TJA di çarçoveya 25'ê Mijdarê de li gundê Avgamasya yê Şirnexê bi jinan re civiya. Di civînê de hat diyarkirin ku dê têkoşîna jinan a li dijî pergala mêrserdest bidome.  
 
Li Botanê xebatên ku di çarçoveya 25’ê  Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Ser Jinan a Navneteweyî hatine destpêkirin bênavber didomin. Tevgera Jinên Azad (TJA) di çarçoveya xebatên 25'ê Mijdarê de li gundê Avgamasya yê Şirnexê bi jinan re civiya. Hevşaredara Cizîrê Berîvan Kutlu ku li şûna wê qeyûm hatiye tayînkirin, Hevseroka HDP’a Şirnexê Sabûha Akdag û gelek jin tev li civînê bûn. Di civînê de pankarta “Jin jiyan azadî; Li dijî faşîzmê dem dema azadiya jinan e” hat vekirin.
 
Di civînê de Hevşaredara Cizîrê Berîvan Kutlu axivî. Kutlu, bal kişand ser giringiya 25’ê Mijdarê û got ku ji wê rojê heta niha jin li ber xwe didin. Di berdewamê de Kutlu diyar kir ku di her şert û mercan de jin dê li dijî pergala mêrserdest têbikoşin.
 
Piştî nîqaşên jinan, civîn bi dirûşma "Jin, jiyan, azadî” bi dawî bû.