Berdevka TJA’yê Gokkan: Parastina min ‘jin jiyan azadî’ ye

  • jin
  • 12:55 16 Mijdar 2022
  • |
img
AMED - Dadgeha daxwaza reda dadgerî ya Berdevka TJA’yê Ayşe Gokkan û parêzerên wê red kir. Gokkan got: “Dadgeh veguherîne pergala nêçîr û nêçîrvaniyê. Parastina min a li vir 'jin jiyan azadî' ye ku li cîhanê hemû belav bûye.” 
 
Berdevka Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan girtî ye. 9’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê ji “endamtiya rêxistinê” carek 12 sal û carek jî 7 sal û 6 meh ceza birî, ji “alîkariya rêxistinê” 7 sal û 6 meh û ji “propaganda rêxistinê” 3 sal cezayê hefsê li Gokkan birîbû. Dadgeha Bilind cezayê “alîkariya rêxistinê” yê li Gokkan hatibû birîn xera kir. Piştî xerakirina ceza danişîna yekemîn a doza Gokkan li 9’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat lidarxistin. Gokkan û parêzerên xwe Ozum Vûrgûn, Berfîn Gokkan û Gozde Engîn di danişînê de amade bûn û nûnerên rêxistinên sivîl û rêveberên HDP’ê piştgirî dan Gokkan. 
 
‘EZ DADGEHA WE NAS NAKIM’ 
 
Gokkan parastina xwe bi kurdî kir û îşaret bi wê yekê kir ku di danişîna wê ya dawî de parêzerên wê bi darê zorê polîsan ew ji danişînê derxistine û got: “Ji ber di danişîna dawî de we nêzîkatiya nîşanî min û parêzerên min da, ez dadgeha we red dikim. Heyeta ku min û parêzerên min nas neke, ez jî wê heyetê nas nakim. Dadgehên we veguherîne pergala nêçîr û nêçîrvaniyê.  Parastina min a li vir 'jin jiyan azadî' ye ku li cîhanê hemû belav bûye.” 
 
'HIQÛQA DIJMINANE’ 
 
Parêzerên Gokkan, jî axivîn û destnîşan kirin ku ji ber helwesta dadgehê ew di danişînan de di dema parastinê de xwe azad hîs nakin û ew ji biryarên dadgehê bi guman in. Parêzeran anî ziman ku hiqûqa dijminatiyê li dijî miwekîla wan tê sepandin. 
 
JIN JIYAN AZADΠ
 
Dadgehê ji bo daxwaza reda dadgerî ya Gokkan û parêzeran binirxîne eywana danişînê da valakirin. Di vê kêliyê de dema Gokkan birin eywana lêsekinandinê dirûşma “Jin jiyan azadî” berz kir û tiliyên xwe serkeftinê nîşan da. 
 
Dadgehê daxwaza reda dadgerî red kir û danişînê taloqî 18’ê çileya 2023’yan kir.