6 meh in îdianameya derbarê wan de nehatiye amadekirin

  • jin
  • 11:52 9 Mijdar 2022
  • |
img
ÊLIH- Li Êlihê jinên ku bi hêceta şermezarkirina tecwizkar Mûsa Orhan hatin girtin, ev 6 meh in îdianameyê derbarê jinan de nehatiye amadekirin. 
 
Di çarçoveya lêpirsîneke Serdozgeriya Komarê ya Êlihê de di navbera 31’ê gulan û 1’ê hezîranê de 18 jin di serdagirtina malan de hatibûn binçavkirin. Ji 18 jinan 14 jin wan hatin berdan, 4 ji wan jî hatin girtin û wan şandin girtîgehê. Tevî ku bi ser girtinê ve 6 meh derbas bûn jî hê jî îdianame nehatiye amadekirin. 
 
Ji jinên 3’yê hezîranê sewqî edliyeyê hatine kirin, Endama Meclisa Giştî ya Bajêr a Partiya Demoktratîk a Gelan (HDP) Semra Guneş, Endama Meclisa Şaredariya Êlihê Sebahat Acar, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) Hacîre Tanirgan, Gûrbet Bozyîgît, Halîde Keser, Gulnar Delî, Zeynep Oduncû, Rûken Zeryam Işik, Nûran Altan û hunermend Sevda Adibelî bi daxwaza kontrola edlî, Hevşaredara Êlihê Songul Korkmaz a ku qeyûm tayînî şûna wê hatiye kirin, Hevşaredara Bajaroka Kaniyahenê Gulistan Sonuk, Hevşaredara Hezoyê Nazîme Avci, Hevseroka Bajêr a HDP’a Êlihê ya berê Fatma Ablay, Hevseroka Navçeya Navendî ya HDP’ê Gurbet Dogan, aktîvîstên TJA’yê Leyla Bayram, Şukran Çelebî û Şîrvan Goçer bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeha Cezayê Sûlhê hatin kirin. 
 
ŞERMEZARKIRINA ORHAN KIRIN HINCET
 
Jinên bi daxwaza kontrola edlî sewqî edliyeyê hatine kirin 10 jê hatin berdan. Gulîstan Sonuk, Nazîme Avci, Gurbet Dogan, Songul Korkmaz, Şukran Çelebî bi daxwaza şertê kontrola edlî hatin berdan. Fatma Ablay, Şîrvan Goçer, Leyla Bayram jî hatin girtin. Hacîre Tanirgan a ku dozger îtîrazî berdana wê kir jî di 28’ê hezîranê de de hate girtin. 
 
Parêzerê dosyeyê Yûnûs Bagiş anî ziman ku amadenekirina îdianameya derbarê jinên hatine girtin rûreşiya hiqûqê ye. Bagiş bal kişand ser girtina jinan a ku derveyî îfadeyên şahidê nepen tu delîlên şênber tune ne û wiha axivî: “8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê, 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Dijî Tundiyê, Şermezarkirina Îpek Er a ku piştî li Qubînê bi tecawizê re rûbirû ma û di 18’ê tîrmeha 2020'an de hewl dabû ku xwe bikûje û di 18’ê tebaxa 2020’an de jiyana xwe ji dest dabû, daxuyaniyên çapemeniyê yên têkildarî qetilkirina jinan bûne hincetên tawanbarkirinê. Kîjan ji van dikare bibe sedema sûcdariyeke şênber?”
 
Yûnûs Bagiş
 
‘DELÎLEK ŞÊNBER TUNE’
 
Bagiş bi bîr xist ku tevî biryara Dadgeha Bilind a “Bi îfadeyên şahidê nepen biryara binçavkirinê nayên dayîn” heye û derbarê jinên hatine girtin bêyî ku tu delîlên şênber hebin biryara girtinê ji bo jinan hatiye dayîn. Begiş diyar kir ku jin ev 6 meh in girtî ne û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Mixabin di vê dosyeyê de bi îfadeyên şahidên nepen hincet hatin nîşandan û bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê” biryara girtinê hate dayîn. Bi temamî biryareke bêhiqûqî ye. Tevî ku 6 meh e em serî lê didin tu îdianame nehatine amadekirin. 4 jin vêga girtî ne. Daxwaza me ya darizandina bêgirtin jî tê redkirin. Di vê pêvajoyê de 3 jin ji Êlihê hatin sirgûnkirin. Bêhiqûqiya bi binçavkirinê dest pê kiriye hê jî dom dike. Binçavkirina bêyî tu delîl a evqas dirêj bûye, rûreşiya hiqûqê ye. Divê demildest werin berdan.”