Rojnamevanên jin ên hatin girtin: Em peyrewê Gurbetelliyan e, em ê bêdeng nebin

  • jin
  • 13:33 31 Cotmeh 2022
  • |
img
ENQERE - Rojnamevanên jin ên li Enqereyê hatin girtin diyar kirin ku ew peyrewê Gurbellî Ersozan e û ew ê di her şert û mercî de heqîqetê binivisînin. 
 
Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê dabû destpêkirin de di 25'ê cotmehê de Midûra Karên Nivîsê ya Ajansa Mezopotamyayê (MA) Dîren Yûrtsever, nûçegihanên MA'yê Denîz Nazlim, Selman Guzelyuz, Berîvan Altan, Hakan Yalçin, Emrûllah Acar, Ceylan Şahînlî, nûçegihanên JINNEWS'ê Habîbe Eren û Oznûr Deger di 29’ê cotmehê bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatin girtin. 
 
Rojnamevan Dîren Yûrtsever, Bêrîvan Altan, Ceylan Şahînlî, Habîbe Eren û Oznûr Deger bi rêya parêzerên xwe ji girtîgehê peyam şandin. 
 
Peyamên rojnamevanên jin ku şandine wiha ne: 
 
'EM Ê KEVNEŞOPIYA ÇAPEMENIYA AZAD BIDOMÎNIN’ 
 
Bêrîvan Altan: Armanca wan ew e ku rojnamevanan, çapemeniya azad bêdeng bikin. Lê çapemeniya azad ji salên 90’î tevî bûyerên kiryar nediyar jî bêdeng nebûye û wê bi van girtinan jî bêdeng nebe. Em ê bi dehan hevalên xwe re kevneşopiya çapemeniya azad bidomînin. 
 
EM PEYREWÊ GÛRBETELIYAN IN 
 
Oznûr Deger: Kevneşopiya çapemeniya azad tevî zextan, kuştin û girtinan jî ji duh heta îro wê nivîsandina heqîqetê berdewam bike. Em peyrewê Gurbetellî Ersozan e. Wê çar dîwar nikaribin pênûsên me ji destên me bigire û dê çapemeniya azad bêdeng nebe. 
 
WÊ ŞAGIRTÊN APÊ MÛSA BERDEWAM BIKIN 
 
Ceylan Şahînlî: Niha cihê ku em lê tên girtin, wê ji rojnamevaniya me re nebe asteng. Em wek peyrewên Apê Mûsa li cihê lê ne binivisînin. 
 
DIXWAZIN SER RASTIYAN BINIXÛMÎNIN
 
Dîren Yûrtsever: Sedema ku îro em tên girtin ji ber ku em rojnameger in. Ya ku em dikin ev e; parastina rojnamegeriyê ye, ne parastina xwe ye. Di vê pêvajoya ku li Tirkiyeyê şert û mercên rojnamegeriyê ji holê rabûne, hêviya me ji hevkarên xwe û ji hemû beşên civakê ew e ku rojnamegeriyê hembêz bikin. Operasyona têgihiştinê tê kirin. Lê ya sereke ku hewl didin bikin nixûmandina rastiyan e. Wexta me biçav kirin, hewl dan serê me bitewînin. Lê belê me serê xwe netewand û em ê netewînin. Nûçegihaniya heqîqetê bi israr didome û em dibêjin ku çapemeniya azad nayê bêdengkirin. Kêfa me xweş e û em baş in. Em spasiya her kesê ku piştevaniya me kir dikin. Em li ku dibin bila bibin em ê her binivisînin. 
 
WÊ JIN HEQÎQETÊ BINIVISÎNIN 
 
Habîbe Eren: Min û hevalên min di salvegera 99’emîn a komarê de bi mîzansekê girtin. Ev ne girtina min î ewil e û wê nebe ya dawî jî. Lê tenê dîrok xwe ne ji bo me dubare dike. Me carek din dît ku polîsan bi îşkenceyê me kirin binçavan. Dîrok wê ji bo wan jî dubare bibe. Em wek rojnamevanên jin, di her şert û merci de rojnamevaniyê bikin û ji bo civakê heqîqetê binivisînin. Em ê hemû di rojên azad de hev bibînin. Em baş in, kêfa me xweş e û ez we hemûyan bi dilgeşî silav dikim.