Çawîşê pispor ku hevjîna xwe birîndar kir hat girtin

  • jin
  • 11:09 29 Cotmeh 2022
  • |
img
ERZIROM - Li Aşqeleyê çawîşê pispor Mehmet Hinizê ku hewl da hevjîna xwe bikuje, hat girtin. 
 
Li navçeya Aşqele ya Erziromê duh çawîşê pispor Mehmet Hiniz (32) bi çekê hevjîna xwe G. Hiniz (32) ku dixwest dest ji wî berde, bi giranî birîndar kir. Piştî êrişê çawîşê pispor hat binçavkirin. Dadgehê Hiniz girt û şand girtîgehê.