HDP'ê li Silopiyayê bi jinan re civiya

  • jin
  • 17:28 28 Cotmeh 2022
  • |
img
 
ŞIRNEX - Rêxistina HDP’ê ya navçeya Sîlopiyayê bi jinan re civiya.
 
Li navçeya Sîlopiyayê ya Şirnexê Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi dirûşmeya "rêxistinbuyina jinê azadiya jinê ye” li taxa Ofîsê bi jinan re civiya. Parlementera HDP’ê ya Şirnexê Nûran Îmîr, Hevseroka HDP’ê ya Şirnexê Sabuha Akdag, TJA û şeniyên taxê tevlî civînê bûn.
 
Di civînê de Parlementera HDP’yî Nûran Îmîr axivî. Îmîrê bal kişand li ser polîtîkayên şerê taybet û got: "Dixwazin bi polîtîkayên xwe yên şer civaka me teslîm bigirin. Divê li dijî van polîtîkayan em xwedî li çand, ziman û nasnameya xwe derkevin. Divê em xwe birêxistin bikin ku em karibin parastina xwe bikin. Tevî hemû şert û mercên giran jî, em ê xwedî li tekoşîna xwe derkevin. Divê em jibîr nekin ku her yek ji me dilopeke baranê ne. Kaniya jiyanê hûn in.”
 
Piştî axiftinan, jinan pêvajoyê nirxand. Di dawiya bernameyê de sînevîzyona ku polîtîkayên şerê taybet vedibêje hat temaşekirin.