Tozbey: Dewlet bi awayekî sîstematîk piştgiriyê dide qetilkirina jinan

  • jin
  • 09:02 28 Cotmeh 2022
  • |
img
ŞIRNEX - Seroka Komeleya Berîya Her Tiştî Zarok û Jinê parêzer Mujde Tozbeyê der barê zêdebûna komkujiyên li ser jinan ên li herêmê de axivî û wiha got: "Dewlet bi awayekî rêxistinî û sîstematîk piştgiriyê dide qetilkirina jinan."
 
Li Şirnex û navçeyên wê di van salên dawî de tundî û qirkirina li ser jinan zêde bûye. Li gorî lêkolînan di nava 2 salên dawî de 16 jin hatine qetilkirin. Lê ji 16 jinên ku hatine qetilkirin 14 ji wan kiryarên wan nediyar in. 
 
Seroka Komeleya Berîya Her Tiştî Zarok û Jinê parêzer Mujde Tozbeyê li ser rol û rista dewletê ya di zêdebûna tundiya li jinan tê kirin û kuştina wan ji  Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî.
 
'DI KUŞTINÊN JINAN DE MUDEXELEYEK POLÎTÎK HEYE'
 
Seroka komeleyê Mujde Tozbeyê diyar kir ku qetlîamên li heremê tên kirin nakevin ber lêpirsînên bibandor û got ku ev yek bi zanebûnî tê kirin. Tozbeyê wiha axivî: “Mixabin li her derê Tirkiyeyê jin tên kuştin. Di van 20 salên dawî de kuştina jinan ji sedî 92 zêde bûye. Bi rastî jî li gorî daneyên Wezareta Karên Hundir di sala 2009’an de tundiya li ser jinê di 7 salên dawî de ji sedî hezar û çar zêde bûye. Li her quncikeke welatê me ev tişt heye. Lê mesele ew e ku bi taybetî li van herêman li ser kuştinên jinan lêpirsîn nayê kirin. Me ev li Şirnexê dît, me li Wanê dît, me li Rihayê dît. Sedema ku li vê herêmê jin bi tundiyê re rû bi rû dimîne, ez wiha difikirim ku bi perspektîfa civakê ve girêdayî ye. Her çi qas em bibêjin ku li hemû Tirkiyeyê qirkirina jinan siyasî ye jî, bi taybetî li van herêman destwerdaneke siyasî ya tund heye. Dewlet bi awayekî rêxistinî û sîstematîk piştgiriyê dide van kuştinan û mêran."
 
Bi domdarî Tozbeyê pirsa "Dewlet vê yekê çawa dike?" kir û wiha domand: "Binêrin, di nava 2 salên dawî de li Şirnexê 16 jin hatin qetilkirin. Lê 14 jinên ku hatine qetilkirin fkiryarn wan ne xuya ne û di raporan de wekî mirina bi guman derbas dibe. Îcar çima mirina bi guman? Her kes dizane kî dikare jinekê bikuje? Mêr, bav û xizmên wê, wê dikujin. Tevî ku ev yek tê zanîn jî, li Şirnexê 14 jin hê jî wekî mirinên kiryar nediyar û bi guman tên binavkirin. Sedema vê yekê pir zelal e. Nêzîkatiya saziyên dewletê yên li hemberî jinan ,bi nêzîkatiya paşverû her tim jinan wekî sûcdar dide der."
 
'LI HERÊMÊ LÊPIRSÎN NAYÊ KIRIN'
 
Tozbeyê anî ziman ku pergala cerdevaniyê ya li herêmê dibe sedem ku tundiya û qirkirina li ser jinan zêde bibe û ev tişt anî ziman: "Li van herêmên ku em lê dijîn cerdevanî pir çalak e. Dewletê bi qanûnên têkildar ne tenê mafê hilgirtina çekan daye cerdevanan, bi awayekî qanûnî gelek mafên din jî daye. Ji aliyê din ve, ji bilî dayîna mafê çekdarîkirinê, cerdevan wekî axayên vê herêmê hatine îlankirin. Cerdevanên ku nexwendine, bêhiş in û bi zihniyeteke feodal tevdigerin, xwe wekî xweda û şahê herêmê îlan dikin û bi vî rengî gelek sûcan dikin. Ji ber ku tundiya li ser jin û zarokan ji aliyê dewletê ve bi têrkerî nayê lêkolînkirin û cerdevan nayên cezakirin, ev cerdevan xwe hîn bi hêztir hîs dikin. Lê mixabin dewletê çend sal beriya niha ev derî li ber wan vekiriye. Û niha ew jî nikare pêşiya vê bigire."
 
'HEKE EM SERÎ NETEWÎNIN EM Ê BIHÊZ BIN'
 
Mujde Tozbeyê da zanîn ku ew ê bi her awayî piştgiriya malbatên jinên hatine qetilkirin û jinên rastî tundiyê hatine bikin û ev tişt gotin: "Wekî Komeleya Berîya Her Tiştî Zarok û Jinê armanca me ya hatina Şirnexê ew e ku kuştinên jinan ronî bikin û di kuştinên jinan de lêpirsînên bi bandor û lêpirsînên bi lez bên kirin. Di van sê rojan de me bi partiyên siyasî, saziyên sivîl û Baroya Şirnexê re hevdîtin pêk anîn. Me bi serokê komîsyona Edaletê ya Serdozgeriya Şirnexê re hevdîtin kir. Em bi mekanîzmaya edaletê ya herî bingehîn re axivîn. Armanca me ronîkirina van komkujiyan e. Em dibêjin, em dikarin bi hevgirtinê û bi rêxistinî vê têkoşînê bimeşînin û sûcdaran bibînin. Em dikarin kujeran bibînin. Em dikarin bikin ku darizandin bibandortir bibe û cezayê herî giran li kiryaran bê birîn. Armanca me ne ew e ku kuştin zêde bibin. Divê em vê ji raya giştî ronî bikin. Û divê em dersekê bidin kesên xwedî vê hişmendiyê. Ji ber vê yekê em girîng dibînin ku hevkariya jinan bikin. Ger em têkoşîneke birêxistinkirî û hevpar bimeşînin û em serî netewînin em ê bihêztir bibin. Em ji vê bawer dikin. Di serî de jî em dixwazin Komeleya Beriya Her Tiştî Zarok û Jinan li vê herêmê jî bê naskirin. Kengî ji me bê xwestin em ê her tim werin û serdana vê herêmê bikin.”
 
MA/Zeynep Dûrgût