Jîna Emînî li ser gora xwe tê bîranîn

  • jin
  • 12:28 26 Cotmeh 2022
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarên Îran û Rojhilatê Kurdistanê çalakiyên li dijî rejîmê di roja 40’emîn de berdewam dike. Gel li ser gora Jîna Emînî ya hate qetilkirin dest bi komkirinê kir. 
 
Çalakiyên şermezarkirinê ku piştî qetilkirina jina kurd Jîna Emînî ya li Îranê di 16’ê îlonê de dest pê kir bi awayekî bênavber didome. Li dijî êrişên rejîma Îranê bi hezaran kes li kolanan li ber xwe didin. Li gorî Rêxistinên Mafên Mirovan ên Îranê di nava 40 rojan de di xwepêşandanên 21 bajaran de 234 kes hatin qetilkirin. 
 
Ji ber îro roja 40’emîn a qetilkirina Emînî ye li Seqîzê merasîma bîranînê tê lidarxistin. Bi sedan kesan dest bi komkirina li ser gora Emînî kir. Di meşa ber bi gora Emînî ve tê kirin de her tim dirûşmeyên “Jin jiyan azadî” tên berzkirin.