Îpek: Berîtan, li dijî xeta îxanetê xeta berxwedanê ya jina kurd e

  • jin
  • 09:03 24 Cotmeh 2022
  • |
img

STENBOL - Aktîvîsta TJA’yê Seyrî Îpek diyar kir ku Gulnaz Karataş a bi çalakiya xwe ya li dijî bangên “teslîm bibe” yên pêşmergeyên PDK’ê û YNK’ê yên di sala 1992’yan de hevkariya Tirkiyeyê kirin bû sembol, li dijî îxanetê xeta berxwedanê ya jina kurd e û bi lêv kir ku vê xetê rê nîşanî bi milyonan kesan da. 

Gulnaz Karataş (Berîtan Hêvî) ku li Kurdistan û Tirkiyeyê bi hezaran jinan re bû îlham û bi hezaran zarokên piştî mirina wê navê wê girtin di 25’ê cotmeha 1992’yan de jiyana xwe ji dest da û bû hêvî û pêşeroja erdnîgariyekê. Karataş, di cotmeha 1992’yan de li dijî peşmergeyên PDK’ê û YNK’ê yên bi Tirkiyeyê re weke îro hevkarî kirin heta guleya xwe ya dawî şer kir û pişt re teslîmiyet qebûl nekir û xwe di kendal de avêt bû sembola berxwedana jina kurd a li dijî hevkariyê û kurdê azad.
 
Aktivîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Seyrî Îpek, Karataş a di salên 90’î de naskir ji ajansa me re vegot. 
 
Seyrî Îpek
 
‘DI BERXWEDANA JINÊ DE XETEKE’
 
Îpek, diyar kir ku Karataş li dijî hevkariyê berxwedaneke mezin nişanda û darbeyekî mezin li îxanetkaran da û destnîşan kir ku Karataş ji bo têkoşîna jinên kurd keseke gelek girîng e. Îpek, anî ziman ku Berîtanê xeteke ku wê jin li dijî îxanetê çawa li ber xwe bidin avakirin û da zanîn ku vê xetê rê nîşanî milyonan kesan da. 
 
Îpek, anî ziman ku weke hevrêyeke Karataş şensê ku wê nas kir bidestxist û bi lêv kir ku xeta têkoşînê, girêdayîn û tekoşîna jinê ya Karataş ji wan re mînakek e. Îpek, diyar kir ku Karataş her tim çavkaniya moralê bû û wiha got. “Dema te li hevala Berîtan dinêrî di keyfxweşiya jiyanê, bi xwe bawerbûna di têkoşînê de û ew ruh te didît û hîs dikir. Ji xwe di têkoşîna jinê de xwedî roleke mezin e. Bi xwe bawerbûn, moral, bîryardarî, sekna bivîn, di têkoşîna jinê de bandoreke mezin ava kir.”
 
‘LI DIJÎ ÎXANETÊ BÛ NAVÊ BERXWEDANÊ’
 
Îpek, qala kesayetiya pêşeng a Karataş kir û wiha berdewam kir: “Berîtan û gelek hevalên din ên jin di qada azadiyê de bi can û xeta xwe bûne pêşeng. Heval Berîtan jî fermandarek û pêşengek bû. Di tekoşîna ku dimeşand de her tim ji hevrêyên xwe yên jin re bû hevrêyeke mînak.” Îpek, destnîşan kir ku Karataş heta kêliya dawî şer kiriye û ji banga pêşmergeyan a “teslîm bibe” re bi berxwedaneke mezin bûye bersiv û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bi laşê xwe, ruhê xwe girêdayîna tevgera azadiyê re çalakiyeke mezin a qehremantiyê li dar xist. Bi gotina ‘ditêKoşîna azadiyê ya jina kurd de cihê teslîmiyetê nîne’ berxwedaneke mezin nîşan da. Berxwedan û çalakiya wê ya li dijî hevkariyê, ji bo me di têkoşînê de bû xetek. Girêdayî Serokatiya xwe têkoşîna xwe û gelê xwe bû. Li cem hemû kesên bindest bû. Ev yek bi pratîka xwe jî nîşan da.”
 
Îpek, anî ziman ku xîreta şerkirin û berxwedana Karataşê pêşmergê pasîfîze kirin û ev tişt gotin: “Pêşmergeyan ji wê tişta kirin gelek şerm kirin. Wê berxwedana heval Berîtan, xîreta wê û hêza wê ya şerkirinê û xeta wê hêzên PDK’ê matmayî kirin. Şehadeta heval Berîtan bandoreke mezin li ser wan jî kir. Gelek malbatan navê zarokên xwe kirin Berîtan. Berxwedana Berîtanê nayê vegotin, divê mirov bijî.”
 
‘RÛMETA JINA AZAD’
 
Îpek, da zanîn ku Karataş keseke fedakar bû û axaftina xwe wiha pê de çû: “Li ku derê çalakiyek an peywîrek hebûya Berîtan li pêş bû. Bê westan û aciz bûn… Ji ber ku baweriyek û girêdanek hebû. Ev hem di kesayeta xwe de hem jî di pratîka xwe de nîşan da. Em li hemberî çalakiya Berîtan Hevalê û şexsê wê bi rêzdarî bejna xwe ditewînim. Ji me re pêşengtî kir. Xeteke wisa mezintirîn avakir ku em îro weke hevalên wê yên jin hewl didin têkoşîna wê li cihê ji me re hiştî bidomînin.” Îpek, destnîşan kir ku şehadeta Karataşê bandoreke mezin li wan kir lê girêdayîna wan a têkoşînê zêde kir û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Li dijî van şehadetan zêdetir mirov bi têkoşînê ve girêdayî dimîne û zêdetir bi hêz dibe. Li dijî te hezeke ku hewl dide te tune bike îmha bike heye. Hevalên te yên têkoşînê, hevrêyên te li cem te şehîd dibin. Êşên zêde çêdibin. Lê ewqas jî tolhildan pêş dikeve. Xireta şer zêde dibe. Gelek bedel hatin dayîn. Gelek can çûn. Em na elimin. Di kesayeta Heval Berîtanê de hemû hevalên jin ên di meha cotmehên şehîd ketin bi rêzdarî bi bîr tînim. Têkoşîna we têkoşîna me ye.”
 
DERBARÊ GULNAZ KARATAŞ (BERÎTAN) DE
 
Gulnaz Karataş (Bêrîtan) a di sala 1971'an de li navçeya Solxan a Çewligê ji dayik dibe ji eslê xwe Dêrsimê ye. Dibistana seretayî û navîn li Xarpêtê bi dawî dike. Di 1989'an de li Zanîngeha Stenbolê dest bi Beşa Îktisadê dike. Di sala 1990'î de tevgera azadiyê nas dike û di demeke nêz de tê girtin. Di 1991'an de serbest tê berdan. Bêrîtana ku tu carî jiyaneke ji rêzê tercîh nake dema ku li Stenbolê rêwîtiya xwe ya ji bo têkoşîna doza kurd dewam dike bi navê Şîlan tê nasîn. Li gelek taxên Stenbolê malbatên ji têkoşîna Bêrîtanê feyz girtin navê zarokên xwe kirin Şîlan. Bêrîtana ku têkoşîna jinan ji jinên der û dora xwe re rave dikir dema tê Stenbolê ji têkoşîna kurd zêde ne haydar e. Lê belê bi lêkolîn, xwendina pirtûkan û qiymeta ku dida jinan xwe pêş xist û şopeke mezin, bi wate di dilê dîroka têkoşîna Gelê Kurd de hişt. Piştî ku diçû Cejna Newrozê û doza kurd hîn bû êdî pir kêm çû dibistanê. Helwest û nêrîna wê ya jiyanê hêz da jinan. Dixwest hişmendiya jinan pêş bixe û wan tevlî nava xebat û têkoşînê bike. 
 
Dema em li dîroka Gelê Kurd dinêrin jina kurd ji bo çand, ax, rûmet û welatê xwe şer kiriye. Ev keveşopî bi salane didome. Jinên mîna Zarîfe û Besê yên li Dêrsimê li dijî dijmin şer kirine nûnerên vê kevneşopiyê ne. Bêrîtana ku ji Dêrsimê ye li mîrateya Zarîfe û Besê xwedî derket û wê jî nûnertiya vê serfiraziyê kir. Axîn Avaşîn (Bêrîvan Yardimci) di 2016'an de heta guleya xwe ya dawiyê şer kir û ji bo nekeve destên leşkerên tirk ew jî xwe ji zinarê diavêje û radestiyê qebûl nake. Axînê jî bi rihê têkoşîna Bêrîtanê rûmeta nirxên jinê û civakê parast. Bi rihekî têkoşer li dijî tank û topan, teknolojiya pêşketî serî netewand. 
 
Têkoşîna Bêrîtanê tevî zor û zehmetiyên giran mezintir dibe. Di encama vê têkoşînê de dikeve bin çavan. Bêrîtanê dema dikeve bin çavan hinek kes li ser navê wê îfadeyê jî dide û îşkenceyên giran lê tê kirin lê belê ew dîsa jî napeyive û tu sûcdariyan qebûl nake. Bi sekna xwe ya bi hêz û îradeya xwe ya xurt li ser piyan dimîne. Piştî ku ji zindanê derdikeve berê xwe dide lûtkeyên çiyayên rêbertiya têkoşînê dike.Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan jî ji bo Bêrîtana ku di bin çavan de li dijî îşkenceyên giran li ber xwe da dibêje "Divê Dêrsim rengê Botanê Botan jî rengê Dêrsimê bide","Bêrîtan Jan Dark a Kurda ye."
 
Bêrîtanê dixwest romanekê binivîse. Jixwe di nivîseke bîranînê ya di dema dibistana amadekariyê de ji hevaleke xwe nivîsandiye wiha dibêje:"Hûn ê di kutuka nifûsê de min wiha nas bikin, gelo ev ê têrê bike? Ew ê kedkareke/î li Vîetnamê girêdana min a ji bo rengê kesk bizanibe? Ew ê jinên Nikaraguayê bizanibin ku ez di demên xwe yên vala de derdikevim ser şaneşînê û bi saetan li ezman temaşe dikim? Zarokên solan boyax dikin ew ê bi hezkirin û eleqeya min a ji bo helbest û pirtûkan bizanibin?" Ew her dem bi xeyalên wate li jiyanê bar dikir, dijiya. 
 
Di sala 1992'yan de PDK û dewleta tirk bûn yek û êrîşî PKK'ê kirin. Di 25'ê Cotmeha 1992'yan de di vê êrîşê de Bêrîtanê radestî qebûl nekir û xwe ji kendalê avêt. Bêrîtanê li ser esasên xweparastina rewa têkoşîna xwe dewam kir û radestî qebûl nekir. Bi vê serîhildanê mîrateyeke mezin a mînaka berxwedanê li dû xwe hişt û peyama 'radestî jî mirin e' da. Ji bo jinên îro her tim tundî li wan tên kirin bû alternatîfeke têkoşînê. Bû çavkaniya pêşketina hişmendiya azadî û xweparastinê. Ji bo parastina nirxên jinê jî di heman demê de li berxwe da. Li dijî zihniyeta her dem xwestiye jiyana jinê serobina bike, bi îradeyeke xurt sekinî. Li dijî jiyaneke ne adîl şer kir. Kevneşopiya têkoşîneke bi rûmet a Zarîfe û Besê dewam kir. Niha gelek jinên têkoşer li ser kevneşopiya têkoşîna bi rûmet a Bêrîtanê xizmeta doza azadiya kurd dikin. Bi navê Berîtan gelek stran û helbest hatin nivîsîn. Di sala 2005’an de fîlmê bi navê Berîtan ku ji aliyê rojnamevan-derhêner Halîl Ûysal (Halîl Dag) ve hate kişandin, têkoşîna Karataş hate vegotin. 
 
MA / Rûkiye Adiguzel