Li Girtîgeha Êlihê 3 jinên siyasetmedar hatin sirgunkirin

  • jin
  • 13:27 19 Cotmeh 2022
  • |
img
ÊLIH - Sê siyasetmedarên jin ku li Girtîgeha Tîpa M a Êlihê dihatin ragirtin, sirgunî Girtîgehên Qayserî û Tarsûsê hatin kirin. 
 
3 siyasetmedarên jin ên li Girtîgeha Tîpa M a Êlihê dihatin ragirtin, sirgunî girtîgehên cuda hatin kirin. Hevseroka HDP’a Êlihê ya berê Fatma Ablay ku di 31 adarê de bi serdegirtina malê hate binçavkirin û bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hate girtin û aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Şirvan Goçer sewqî Girtîgeha Jinan a Tarsûsê hatin kirin. Endama Meclisa DBP’ê Seyhan Başak jî sirgunî Girtîgeha Jinan a Bunyana Qayseriyê hate kirin.