Rojnamevanên jin ên kurd li ber girtîgehê bang kirin: Em serî natewînin

  • jin
  • 14:01 7 Cotmeh 2022
  • |
AMED - MKGP'ê diyar kir ku rojnamevanên jin ên kurd ku mîrateya Gurbetellî Ersoz dewr girtine weke duh îro jî li dijî hişmeniya mêr têdikoşin û wiha got: "Em serî natewînin, em soza xwe gihandina azadiyê dubare dikin."
 
Platforma Rojnamegerên Jin ên Mezopotamyayê (MKGP) bi boneya 7'ê Cotmehê Roja Rojnamegerên Jin ên Kurd û salvegera qetilkirina Gerînendeya Weşana Giştî ya Rojnameya Ozgur Gundemê Gurbetellî Ersoz li ber Girtîgeha Tîpa D ya Amedê daxuyanî da çapemeniyê. Endamên MKGP'ê, Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û gelek xebatkarên çapemeniyê beşdarî daxuyaniyê bûn. Berdevka MKGP'ê Roza Metîna daxuyanî bi kurdî, Edîtora JINNEWS'ê Bêrîtan Canozer jî bi tirkî xwend. 
 
Metîna, bal kişand ser wateya Roja Rojnamegerên Jin ên Kurd û got: " Di 7’ê Cotmeha 1997’an de bi hevkariya PDK’ê Gerînendeya Giştî ya Rojnameya Ozgur Gundemê Gurbeteli Ersoz hat qetilkirin. 7’ê Cotmehê roja ku Gerînendeya Giştî ya Rojnameya Ozgur Gundemê Gurbeteli Ersoz jiyana xwe ji dest da di sala 2014’an de wekî 'Roja Rojnmegerên Jin ên Kurd' hat îlankirin. Ji wê rojê ve ye jinên kurd ên rojnameger mîrateya Gurbetellî ya di heman demê de li Tirkiyeyê bû jina yekem a gerînendeya giştî ya rojnameyê, dewir girtin. Jinên kurd ên mîrateya Gurbeteli dewir girtin li her qadê li dijî zihniyeta baviksalarî, zimanê zayendperest têkoşîna xwe didomînin." 
 
MEDYAYA ALTERNATÎF
 
Metîna rojnamegerên girtî jî bi bîr xistin û wiha berdewam kir: "Em vê daxuyaniyê û bîranînê ji bo hevalên xwe yên rojnameger ên girtî ne, li ber girtîgeha Amedê pêk tînin. Em hatin li vir bibin dengê hevalên xwe yên rojnameger Safiye Alagaş, Remziye Temel, Elif Ungur û Neşe Toprak ên di 8’ê hezîranê de li Amedê hatin binçavkirin û di 16’ê Hezîranê de jî hatin girtin. Em jinên kurd ên rojnameger balê dikişînin ser medyaya alternatîf a li dijî medyaya xwediyê zihniyeta baviksalarî, zayendperest û em hem di qada dîtbariyê hem jî di qada nivîsandinê de hebûna xwe heta roja îro diparêzin."
 
'EM Ê BIBIN DENGÊ HEMÛ JINAN'
 
Metîna, anî ziman ku ew ê têkoşîna xwe ya heqîqetê bidomînin û wiha pê de çû: "Em ê têkoşîna xwe ya derxistina holê ya heqîqetê bidomînin. Li dijî destdirêjî, gefxwarin, zext, binçavkirin û girtinên em li qadan pê rû bi rû dimînin em ê serhildana xwe ya ji bo derxistina holê ya heqîqetê bidomînin. Ew ê armanca me ew be ku em li dû xwe rojnamegerên jêhatî, zîrek û ji doza xwe bawer bihêlin. Me wekî jinên kurd her tim hewl da ku em ji erdnîgariya gelê kurd an ku ji Rojava, heta Herêma Kurdistanê ya Federe, heta Rojhilatê Kurdistanê û Bakur ji Tirkiyeyê heta Îran, Yemen û Amerîkayê bibin dengê hemû jinan û dengê wan bidin bihîstin. Her wiha em di her platformê de tînin ziman ku em ê li dijî zimanê medyayê yê zayendperest nivîsandina rastiyan bidomînin." 
 
'EM JI BERXWEDANÊ PAŞ VE GAVÊ NAAVÊJIN'
 
Metîna, bal kişand ser qetilkirina hemû jinên rojnameger ên kurd û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Wekî jinên kurd ên rojnameger li dijî zihniyet û feraseta PDK’ê ya bû hevkarê qetilkirina Nagîhan Akarsel û Gurbeteli Ersoz em ê gavê ji têkoşîn û berxwedana xwe paş ve neavêjin. Zihniyeta li bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê rojnameger, lêkolîner, aktivîst û endama Navenda Lêkolînê ya Jinelojiyê Nagîhan Akarsel qetil kir û zihniyeta ku li Tehrana Îranê Jîna Mahsa Amînî qetil kir ji heman feraset û armancê re xizmetê dike. Li dijî vê zihniyet û ferasetê em ê wekî jinên kurd ên rojnameger serî netewînin û soza gihandina aştî û azadiya xwe, bi cih bînin."
 
'TEVÎ HEMÛ POLÎTÎKAYÊN ZEXTÊ EM Ê TÊKOŞÎNA XWE BIDOMÎNIN'
 
Metîna, bi van gotinan dawî li daxuyaniyê anî: "Em dîsa dubare dikin ku em ê tevî hemû polîtîkayên zextê nivîsandina xwe û têkoşîna xwe bidomînin. Em hevalên xwe yên rojnameger Gurbeteli Ersoz, Deniz Firat, Nûjiyan Erhan, Nagîhan Akarsel ên di vê oxirê de jiyana xwe ji dest dan bi bîr tînin û em dibêjin rêya wan rêya me ye.”