'Dê çanda berxwedanê ya Nagihanê bi ronakbîriya jinê bidome'

  • jin
  • 18:41 4 Cotmeh 2022
  • |
img
AMED - Li Amedê qetilkirina Endama Navenda Lêkolînê ya Jineolojiyê Nagihan Akarselê hat şermezarkirin. Jinan destnîşan kir ku dê çanda berxwedanê ya Akarselê bi ronakbîriya jinê bidome. 
 
Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê li Parka Xezalê têkildarî qetilkirina endama Navenda Lêkolînê ya Jineolojiyê û edîtora Jineolojiyê Nagihan Akarselê ku îro li bajarê Silêmaniyê yê Herêma Kurdistana Federe hat qetilkirin, daxuyaniyek dan. HDP, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DGF), Platforma Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê (MKGP), Parlementera HDP'ê ya Amedê Dersim Dag û gelek eks tevlî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta "Em êrîşên li dijî têkoşîna jinan qebûl nakin" hat vekirin. 
 
‘JINÊN KURD DÊ VÊ YEKÊ QEBÛL NEKIN'
 
Ewilî Edîtora Kovara Jineolojiyê Parêzer Rûşen Seydaoglû axivî. Seydaoglû anî ziman ku Nagihan Akarsel bi tevkariyeke mêran hatiye qetilkirin û wiha got: "Em baş dizanin ku xebatên pergala serdest a zilamsalarî her tim plankirî ne. Ev êrişa xayîn li hemberî jinê, azadiya jinê û çanda jinê hatiye kirin. Jin dê vê yekê qebûl nekin." 
 
‘DÊ ÇANDA BERXWEDANÊ YA NAGIHANÊ BI RONAKBÎRIYA JINÊ BIDOME'
 
Seydaoglû destnîşan kir ku dê çanda berxwedanê ya Nagihan Akarselê bi ronakbîriya jinê bidome û wiha got: "Em baş dizanin ku ev êriş tenê ne li hemberî tevgera jinê ya kurd e, li hemberî hemû tevgerên jinan e. Li Îranê kuçe bi 'Jin, jiyan, azadî' ronî dibin. Li hemberî têkoşîna jinê asê bûne. Em soz didin ku em ê tim û tim li hemberî vê pergala serdest a zilamsalariyê bitêkoşin û têkoşîna Nagihanê bilind bikin." 
 
Paşê Berdevka MKGP'ê Roza Metîna axifî. Metînayê jî destnîşan kir ku êrişa li hemberî Nagihan Akarselê li hemberî vîna jina kurd û têkoşîna wê hatiye kirin û wiha got: "Nagihan bi xebatên xwe, bi lêkolînên xwe û rojnamevaniya xwe mîrateyeke mezin ji me re hişt. Lewma divê em xwedî li mîrateya wê derkevin. Feraseta ku Jîna Mahsa Amîniyê qetil kir û ya Nagihanê qetil kir, heman feraset e. Lewma em ê bi helwesta 'jin, jiyan, azadî' xwedî li têkoşîna hevala Nagihan derkevin. Em jî dibêjin 'jin, jiyan, azadî.'" 
 
NÛÇEGIHANA ME HAT BINÇAVKIRIN
 
Piştî daxuyaniyê polîsan jinan dorpêç kir. Di vê dorpêçê de nûçegihana me Eylem Akdag hat binçavkirin.