Li 3 bajaran 3 jin hatin qetilkirin

  • jin
  • 12:23 3 Cotmeh 2022
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Li Amedê jina bi awayekî sîstematîk tundî lê dihat kirin bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da, li Ispartayê jî jinek ji aliyê zilamê ku pê re zewicîbû ve hate qetilkirin. Li Enqereyê jî dadger Serkan Tuzun ê di Wezareta Dadê de peywîrdar, hevjîna xwe qetil kir.  

 
Şengul Okay a navçeya Rezan a Amedê dijiya, bi awayeke biguman jiyana xwe ji dest da. Li gor agahiyên bi dest ketine Şengul Oktay ji ber tundiya hevjînê wê ku 15 sal bû pê re zewicîbû lê dikir, di demên cuda cuda de çûye Malên Parastinê yên Jinan lê her carê bi “îqnakirina” endamên malbatê neçar bûye vegeriyaye mala xwe. Şengul Oktay duh bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da û hat zanîn ku zilamê ku pê re zewiciye jî reviya ye. 
 
Cenezayê Oktay piştî ku birin Saziya Tiba Edlî (ATK) li navçeya Farqînê hate veşartin. 
 
ISPARTA 
 
Yadîgar Işik li gundê Buyukgökçelî yê girêdayî navenda Ispartayê ji aliyê Sezer Işik ve bi giranî hate birîndarkirin. Piştî ku deng hat bihîstin, ambûlans sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Di mudaxileya ewil de hate diyarkirin ku Yadîgar Işik bi giranî birîndar bûye û rakirin nexweşxaneyê. Yadîgar Işik li gel mudaxileyên hatine kirin jî li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.
 
Hat zanîn ku zilamê kujer ê ji cihê bûyerê reviyaye nehatiye girtin. 
 
ENQERE
 
Dadger Serkan Tuzun ê li Serokatiya Daîreya Xizmetên Piştevaniyê yên Wezareta Dadê weke Serokê Daîreyê dixebitî, li lojmanên dadgeran ên li Etîmesgûta Enqereyê piştî hevjîna xwe bi çekê qetil kir, xwe jî kuşt. Cenazeyê kujer û jina hate qetilkirin rakirin Saziya Tiba Edlî. Hate diyarkirin ku têkildarî bûyerê lêpirsîn hatiye dest pê kirin. 
 
Li aliyê din hate hîn bûn ku faîl serokê giştî yê berê yê Ocaxên Alperenan bûye.