Li Geverê ji Necîbe Yucedaga winda 6 roj in agahî nayê girtin

  • jin
  • 11:35 26 Îlon 2022
  • |
img
COLEMÊRG - Li navçeya Gevera ku her çar aliyê wê bi kamerayên mobeseyê tê şopandin, ji nexweşa Alzheimerê Necîbe Yucedag ku beriya 6 rojan winda bûye, agahî nayê girtin. 
 
Xebatên lêgerînê yên nexweşa Alzheimer Necîbe Yucedag (67) a li Taxa Dîze ya navçeya Gevera Colemêrgê dijiya û ji 21’ê îlonê ve agahî jê nayê girtin, didomin. Ji bo Yucedag a beriya 6 rojan piştî ji mala xwe derket agahî jê nayên girtin, li tax û gundên nêzî navenda navçeyê xebatên lêgerînê hatin destpêkirin. Tevî ku bi du kuçikên lêgerînê yên Miduriyeta Rewşên Awarte û Karesatê (AFAD) ya Wanê li erdên vala, li dora çeman, dehl û rogarên li ser xeta qenalîzasyonê hate gerandin jî agahî ji Yucedag nehatin girtin. 
 
Balkêşe ku li navçeya her çar aliyên wê bi kamerayên mobeseyê û fotokapanan tê şopandin, çend roj in agahî ji Yucedag nayê girtin.