Aydenîz: Em ji bo azadiya Ocalan têkoşînê mezin bikin

  • jin
  • 14:11 25 Îlon 2022
  • |
NAVENDA NÛÇEYAN - Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz a di 4’emîn Konferansa Jinan a TJA’yê de axivî, li jinên ku bi dirûşmeyên “Jin jiyan azadî” kolanan naterikînin ev bang kir: “Divê ji bo azadiya Birêz Abdullah Ocalan têkoşînê mezin bikin.”
 
Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz di 4’emîn Konferansa Jinan a TJA’yê ku bi dirûşmeya “Em li dijî faşîzmê bi biryar û di azadiyê de bi israr in” li Êlihê tê lidarxistin de axivî. Aydenîz, diyar kir ku kesên komjiyên jinan dikin, ji bo desthilata xwe qesrên xwe diparêzin bila li eywanê binêrin û bi lev kir ku ev eywan ji komkujiyan re li dijî kesên azadiyê naxwazin re bersiveke mezin e.
TÊKOŞÎNA AZADIYÊ 
 
Aydenîz, dest nîşan kir ku Tevgera Jinên Kurd bi vê konferansê ji “siyaseta qirêj” re bersiveke mezin daye û wiha got: “Her deqîqe, komkujî, şer û tecrîd berdewam dike. Li dijî van jin her tim di nava têkoşînê de ne. Her tim her qadê vediguherîne qada azadiyê.”
 
Aydenîz, kesên li dijî qetilkirina Jîna Mahsa Amînî ya ji aliyê rejîma Îranê li ber xwe didin silav kir û wiha domand: “Rojhilatê Kurdistanê li dijî komkujiyê li ber xwe dide û ev berxwedan ber bi azadiyê ve diçe. Em ji vê kongreyê hezar silavan ji Rojhilatê Kurdistanê re dişînin. Em hezar silav ji jinên ku li Rojhilata Navîn li ber xwe didin re dişînin. Kesên ku ji bo azadiyê li dijî dîktatoran li ber xwe didin, silav dikin.”
 
DIRÛŞMEYÊN BIJÎ SEROK APO
 
Aydenîz, bal kişand ku jinên kurd bi têkoşîna xwe li cîhanê mînak in û ev bang kir: “Em vê yekê weke axaftineke ji rêzê nabêjin. Jinên kurd ji bo azadî û pêşeroja xwe berdêlên giranbuha dan û hê jî berdêl didin. Pergala hevserokatiyê ava kirin. Ev sîstem hê jî dewam dike. Em ê heta dawiyê vê sîstemê biparêzin. Weke jinên kurd em vê sîstema Hevserokatiyê diyarî jinên cîhanê dikin. Em dizanin ku xwediyê pergala hevserokatiyê û fikrê wê heye. Xwediyê vê fikrê li Girava Îmraliyê di bin tecrîdê de ye. Ji ber vê yekê, yên sîstema hevserokatiyê diparêzin, bi taybetî jinên kurd û yên dibêjin ‘jin, jiyan azadî’ divê têkoşîna ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî mezin bikin.”
 
Piştî axaftina Aydenîz jinan ji eywanê dirûşmeya “Bijî Serok Apo” berz kirin.