Li Wanê mirina biguman a jinekê

  • jin
  • 15:59 30 Tebax 2022
  • |
img
WAN - Li Rêya Armûşê, Rûkiye Gokay a 41 salî bi awayekî biguman li mala xwe jiyana xwe ji dest da. 
 
Li Taxa Şafak a girêdayî navçeya Rêya Armûşê ya Wanê Rûkiye Gokay a 41 salî bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da. Li gorî îdiayan xizmên Gokay a di sibeya 28’ê tebaxê saet di 06.00’an de li mala xwe bi awayekî darvekirî hate dîtin, agahî dan tîmên tenduristiyê. Tîmên tenduristiyê û polîsên ku sewqî cihê bûyerê hatin kirin, tespîtkirin ku Gokayê jiyana xwe ji dest daye. 
 
Cenazeyê Gokay a rakirin nexweşxaneyê, piştî kirariyên otopsiye ji aliyê xizmên wê ve li goristana taxê hate veşartin. 
 
JINAN SERDANA ŞÎNÊ KIRIN
 
Ji bo Gokay li mizgefta taxê şîn hate danîn. Endamên Tevgera Jinên Azad (TJA), Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Komeleya Jinan a STAR serdana şînê kirin. 
 
Li aliyê din hate diyarkirin iku mala ku Gokayê bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da hêj di bin dorpêça polîsan de ye. Têkildarî bûyerê lêpirsîn hate destpêkirin.