Kekê Babat ê Fîrdevs qetil kir ji tecawizê hate girtin

  • jin
  • 09:45 24 Tebax 2022
  • |
img
ŞIRNEX - Kekê Ahmet Babat ê Fîrdevs qetil kir, cerdevan Ramazan Babat ji sûcê ‘îstîsmara zayendî ya biwesf a zarok’ hate girtin. 
 
Li navçeya Qilebana Şirnexê piştî ku di 18’ê tebaxê de cenazeye Fîrdevs Babat a 17 salî hate dîtin, Ahmet Babat hate girtin û hate îdiakirin ku Babat bi çeka kekê xwe yê cerdevan Ramazan Babat Fîrdevs qetil kiriye. Her wiha hate diyar kirin ku Ramazan Babat di meha Gulanê de tecawizê zaroka bi navê S.G. ya 16 salî kiriye û Hazim Babat û Şeyhmûs Babat xwestiye serê bûyerê bigirin. Piştî ku Ajansa me ya Mezopotamyayê (MA) bûyer kir rojev têkildarî tecawizkirina S.G. û hewldana sergirtina bûyerê geşedenake nû qewimî. 
 
Di çarçoveya lêpirsîna hatiye destpêkirin de duh Ramazan Babat ê hate diyarkirin tecawizÎ S.G.’yê kiriye, birayê Hazim Babat, Şeyhmûs Babat, bavê S.G. , E.G. û dayika wê M.G. hatin binçavkirin. Cerdevan Ramazan Babat ji sûcê “îstîsmara zayendî ya biwesf a zarok” hate girtin û şandin girtîgehê. Piştî kirariyên Şeyhmûs Babat, E.G. û M.G. yên li Qereqeola Cendermeyan a Qilebanê qediyan, hatin berdan. Ji bo wergirtina îfadeyê S.G. ewilî birin Navenda Şopandina Zarokan a Mêrdînê dû re jî birin Navenda Lêkolîn û Astengkirinê ya Şirnexê (ŞONIM).