Hate îdiakirin ku Fîrdevs Babat bi çeka cerdevanan hatiye qetilkirin

  • jin
  • 10:08 23 Tebax 2022
  • |
img
ŞIRNEX - Hate îdiakirin ku Fîrdevs Babat a 17 salî ku li Qilebanê hate qetilkirin, piştî hatiye tecawizkirin bi çeka cerdevanan hatiye kuştin. Dema jina ciwan di çem de hate dîtin tazî bû, ev yek jî gumana tecawizê xurt dike.
 
Li navçeya Qileban a Şirnexê, cenazeye Fîrdevs Babat (17) a di 18’ê tebaxê de winda bûbû, di 20’ê tebaxê de di kîlometreya 15’emîn a rêya Şirnex û Qilebanê di Çemê Hêzilê de hate dîtin. Derket holê ku Babat a hate diyarkirin bi gotina “Ez diçim pîrozbahiya rojbûna hevala xwe” ji malê derketiye û careke din agahî jê nehate girtin, piştî hatiye qetilkirin, cenazeye wê avêtine Çemê Hêzilê. Di çarçoveya hate destpêkirin de Ahmet Babat hate girtin. Faîlê ku li miduriyeta polîsan mafê xwe yê bêdengiyê bikaranî, di îfadegirtina li dozgeriyê de li xwe mikur hat ku Fîrdevs Babat kuştî ye. 
 
Li aliyê din Dadgeha Ceza ya Sulh a Qilebanê têkildarî cînayetê biryara qedexeya weşanê da. 
 
5 GULE HATIN TESPÎTKIRIN
 
Di lêkolîna ewil de hate tespîtkirin ku di laşe Fîrdevs Babatê de 5 gule hebûne û li ser laşe wê jî şopên derbê hebûne. Hate îdiakirin ku Ahmet Babat ê ku weke faîlê Fîrdevs Babat a hate îdiakirin ku piştî destavêtinê hatiye kuştin, hat girtin, bi tena serê xwe cînayet nekiriye. Hate îdiakirin ku Ahmet Babat bi çeka keke xwe yê cerdevan R. Babat, Fîrdevs qetil kiriye. 
 
CENAZEYÊ WÊ BI AWAYEKÎ TAZÎ HATIYE DÎTIN
 
Berovajiyê ku xizmên Fîrdevs Babat û faîlên wê îdiayên tecawizê derewandin jî wêneyê ku Ajansa me ya Mezopotamyayê xwe gihandê, gumana tecawizê zêde dike. Di wêneyî de tê dîtin ku laşê Fîrdevs Babat a bê can ku di nava du zinaran de asê mabû, tazî ye. 
 
XWIŞKA FIRDEVSÊ: 5 GULE BERDANE
 
Xwişka Fîrdevs Babat, Bîşeng Babat, têkildarî bûyerê de li ser hesaba xwe ya medyaya dîjîtal diyar kir ku xwişka wê bi lêdanê hatiye kuştin û ev tişt nivîsandin: “Bes e ji bo Xwedê bes e. Bila tu kes bêyî ku bizanibe li ser mirina xwişka min şiroveyan neke. Hinek dibêjin tecawiz, hinek dibêjin 8 gule, hinek dibêjin kêr, hinek dibêjin çend kesan bi hev re tecawiz kiriye. Gelo dema hûn van dinivîsin hûn nafikirin ka dê malbata wê bibîne. Taqata me ya li ber xwe bidin nemaye, dilê me perçe perçe bûye. Bûyer wiha ye; Xwişka min bi wî kuçikî re evîndar bû. Bi gotina ‘ez ê biçim pîrozbahiya rojbûna hevala xwe’ ji malê derket û çû cem wî kuçikî. Heta êvarî bi hev re bûn. Sedemê wê nayê zanîn, di mijarekê de nîqaş kirine. Bi kevir an tiştekî din li serê wê xistiye. Xwişka min ji ser hişê xwe çûye, pişt re bi çeka kekê ku ji malê digire 5 guleyan berdide dikuje û diavêje çem.”
 
Malbata Fîrdevs Babat ku me xwest derbarê bûyerê de bi wan re biaxivin, hevdîtin qebûl nekir. 
 
BÛYERA TECAWIZÊ KU SERÊ WÊ HATE GIRTIN
 
Li aliyê din hate îdiakirin ku kekê Ahmet Babat ku weke faîlê Fîrdevs Babat hate girtin, R. Babat ê cerdevan di meha Gulanê de tecawizê zaroka bi navê S.G. ya 16 salî kiriye. Hate diyarkirin ku R. Babat, S.G. revandiye herêma Besta a li nêzî qereqolê û piştî tecawiz kiriye xwestiye bi darê zorê pê re bizewice. Ji ber zarokê hez nekir zewac pêk nehat. Sercerdevan Hazim Babat û Ş.Babat ketin navberê û astengkirin ku malbata zarokê giliyê R. Babat bike. 
 
Têkildarî vê bûyerê şêniyeke ji bajarokê ku ajansa me pê re axivî û nexwest navê wê were dayîn wiha got: “Bûyera S.G.’yê bi gef xwarin û pereyan bi bêdengkirina malbatê serê wê hate girtin. Tiliya R. Babat ê hêj cerdevan e û li derve ye di cînayeta Fîrdevs Babatê de heye. Fîrdevs Babat bi çeka cerdevan R.Babat hate qetilkirin. Malbata S.G. gilî nekirin û serê bûyerê girtin. Vî jî ji wê cesaret girt û ev yek kir. Heke R. Babat hatibûya cezakirin îro ev yek çênedibû. Ev sûc sûcê mezinan e. Li serê her tiştî digirin û pişt re bûyerên bi vî awayî diqewimin. Heke ev şexs hatibûya cezakirin, wê Fîrdevs nehatibûya kuştin. Sibê wê Hazim û Ş. Babat bikevin navbera vê bûyerê jî û serê wê bigirin.”